30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran li malekê gule reşand û welatiyek kuştin

Li gundê Nenyas ê navçeya Liceya Amedê piştî leşker derketin operasyonê û gund dorpêç kirin. Leşkeran di dorpêçê de li ser malekê gule reşandin.

Leşker şevê din saet di 22.00’an de li gundê Nenyas ê navçeya Liceyê derketin operasyonê. Leşkeran piştî gund dorpêç kirin, helikopter jî li ser gund firiyan. Di operasyonê de dengê çekan bilind bû. Di dorpêçê de leşkeran li ser mala ku zarok, kal û pîr têde hene gulebaran kirin. Di bûyerê de welatî Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da. Leşkeran piştî li ser malê gule reşand saet di 02.20’an de bi ser malan de girtin. Piştî serdegirtina malan, lepikên leşker û şopa xwînê ma.

Wezîrê Karên Hundirîn Ali Yerlikaya daxuyanî da û got hefteyek e li herêmê operasyona leşkerî heye.