19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hatayê zincîra jiyanê ya 8’ê Adarê

Jin bi Hev re bi Hêz in a Hatayê bi minasebeta 8'ê Adarê zincîra jiyanê çêkirin. Jinan ji Hatayê peyama “Em ê li vî bajarê jiyanê ji nû ve ava bikin" dan

Li Hatayê jinan bi minasebeta 8’ê Adarê zincîra jiyanê çêkirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li vî bajarî jiyanê ji nû ve ava bikin” vekirin. Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum tev li çalakiyê bû. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Jin bi Hev re bi Hêz in Fatma Ardal ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em îsal bi hêrsa bi hezaran xwişk û hevalên xwe yên winda û ruhê têkoşînê yê ku di me de afirandiye, dikevin 8’ê Adarê. Em weke jinên ji Defne, Samandag, Serinyol û Antakyayê li vir in. Ji bo hesabê me bê pirsîn, ji bo jiyana me ya nû ava bibe em li vir in, ji bo hemû xwişk û hevalên xwe yên windakirî em li vir in, ji bo ku her kolanên bajarê xwe ji nû ve ava bikin, bibin welatê hev. Me dev ji jiyana xwe û hevû berneda, em dev jê bernadin.

Lê hûn me çêtir nas dikin ji torên hevgirtinê yên ku me bi rojan bi xwişkên xwe re ava kirine, ji salonên dadgehê ku em di her kuştina jinan de tijî dikin û ji meşa me ya li her kolanê ku hûn dibêjin qedexe ye. Me dev ji jiyana xwe û hevdu berneda, em dev jê bernadin. Em bang li her jinên ku ji vir dengê me dibihîzin vedixwînin herêma erdhejê an jî bibin girêka vê zincîrê.”