19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li herêma Têrkanê festîvala lîstika qamçî

Li gundên herêma Têrkanê yê Amedê wekî  her sal îsal jî festîvala lîstika qamçiyan tê lidarxistin û carê diçin li gundekî dilîzin şêniyên gund dan xuyakirin ku ev festival 10-15 rojan berdewam dike

Lîstika qamçiyê ku kevneşopiyeke xwedî dîrokeke pir kevn e, ji aliyê ciwanên gundê herêma Têrkan ya navçeyên Dîcle, Hanî û Egilê yên Amedê, hê jî zindî tê  lidarxistin. Ev lîstik li gor gotina kesên heremê ji beriya 600 salî ve heta niha hê jî berdewam dike. Xelkên herêmê ji 15’gulanê heta 25’ê gulanê her carê diçin li gundekî vê lîstikê dilîzin. Ev lîstika qamçiyê şêniyên gelek gundan û kesên ku ji bajarên cuda tên li wir vê lîstikê temaşe dikin. Şêniyên gund û beşdarên vê festîvalê ji rojnameya Xwebûnê re der barê vê hevneşopiyê de axifîn û anîn ziman ku ev festîval wek pîrozbahiyekê her sal tê kirin.  Beriya lîstika mezinan dest pê bike pêşî ya zarokan dest pê dike û dûre jî kesên ku temenê wan mezin êdî dest bi lîstikê dikin û 4 hakemên wan lîstikê dişopînin. Ev lîstik wekî 10 rojan li ber xwe dide. Salên beriya niha leşkeran zêde rê nedida van lîstikan ku şêniyên wan gundan ji xwe re bi rihetî bilîzin.

Fîkrî Şavakê ji gundê Şêx Silametê der barê vê kevneşopiya ku bi salane tê meşandin de ji rojnameya me re axifî û wiha got: “Ev kevneşopî gelek kevnare û digihîje heta beriya  600 salî. Demên berê di dema vê lîstikê de xwarin jî ji beşdaran re dihate amadekirin. Me xwarinê dida beşdarvanan û vê festîvala xwe bi hev re pîroz dikir. Me wê demê û niha jî carê li gundekî ev tişt pêk dianî. Ev êdî li herêmê de bûye wek kevneşopiyekê û her sal ciwanên gund û zarok li hev kom dibûn û gelek caran bi qamçiyan li hev didin. Piştî dibû  ber êvarê herkes ber bi mala xwe ve diçû. Demên berê weka niha wisa wesayît tune bûn, wê demê milet bi hespan û bi keran dihatin gund.  Ji ber ku ev lîstik ji kal û bavê me ji mre bûye wek mîrateyekê.”

‘Berê me hirqe li xwe dikir niha bê hirqe dilîzin’

Şavak di berdawamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ku demên berê dihatin kirin û ev tişt anî ziman: “Demên berê me hirqe li xwe dikir û dilîst weka niha me pişta xwe tazî nedikir. Berê bi benav dilîst niha jî bi edar dilîzin. Qurala vê lîstikê kî, kî avêtibe erdê ew bi ser dikeve, anku kî pişta kê bide erdê ew biser dikeve. Min bixwe jî berê dilîst. Wê demê gulaş tune bû lê niha ew jî heye.”

‘Bila ev kevneşopî winda nebe’

Şavak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bila çanda bav û kalan ji holê neyê rakirin û wiha got: “Dema ku ciwanên hê nû tên dest pê dikin em ji wan re serkeftin dixwazin, bila vê kevneşopiya me berdewam bikin. Ji ber ku salê carek bi vê festîvalê em hemû li hev dicivîn civakiya xwe bi van lîstokên xwe nû dikin û bi boneya vê festivalê bi şahî hevdu hembêz dikin. Tek jî beriya ku em dest bi leyîstoka xwe bikin diçin goristan û xizmên me yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Her wiha dibe sedem ku em têkiliyên xwe bi civaka xwe re xurt bikin û em dixwazin ev kevneşopiya me neyê windakirin.”

‘Di demên dawî de tundî ketiye pêşiya lîstikê’

Dayika ku nexwest navê xwe bide jî  got ku ev kevneşopiyên civakî ne û wiha got: “  Lê di van salên dawî de tundî ketiye pêşiya lîstikê û amurên lîstikê jî guherîne lewra gelek caran cilên hev diqetînin. Ji her gundî herkes tê tev lî vê lîstikê dibe. Lê ji ber ku tundî ketiye pêşiya lîstikê hinek gund hene ku naxwazin zarokên wan tev lê bibin. Her cara ku li hev dixin cilên hev diqetînin. Hev du birîndar dikin û dişînin malê. Divê kesên ku tevlê vê lîstikê dibin lîstikê wek kevneşopiyeke xwe bibînin, bi eslê wê bileyizin û bi tundî tevnegerin.”