7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li herêmên hikumeta Şamê dizî rûyê din ê erdhejê ye

"Heta niha tu alîkarî nehatine pêşkêşkirin; çi dabînkirina cih an jî pêşkêşkirina alîkarî û betaniyan ruxmî 15 roj di ser erdhejê re derbas bû. Hikumeta Şamê alîkariyên mirovî ji dewlet û gelek aliyên navneteweyî alîkariyan werdigire."

Piştî erdheja 6′ê Sibatê li herêmên hikumeta Şamê ligel tevliheviyê diyardeya diziyê bi awayekî zêde belav dibe. Welatî li ser belavbûna neadil a alîkariyên navneteweyî û şopandina malên zirar dîtine piştî 15 rojan di ser erdhejê re gilî dikin.

Welatiyekî ji herêmên hikumeta Şamê li Helebê, ji ber tirsa serdegirtina ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike, li ser rewşa piştî erdheja 6′ê Sibatê de axivî.

Welatî M.E ku li gel hikumeta Şamê karmend e wiha got: “Heta niha tu alîkarî nehatine pêşkêşkirin; çi dabînkirina cih an jî pêşkêşkirina alîkarî û betaniyan ruxmî 15 roj di ser erdhejê re derbas bû. Hikumeta Şamê alîkariyên mirovî ji dewlet û gelek aliyên navneteweyî alîkariyan werdigire.”

M.E diyar kir ku mala wî li herêma Efşrefiyê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de ye û ji ber şerê salên berê bûye zirar bi mala bûye û di encama erdhejê de ew zirar zêde bû.

M.E wiha domand: “Min hevjîn û zarokên xwe şandin mala dapîra wan a li Şêxmeqsûdê. Ew cih ji vir ewletir e.”

M.E wiha pê de çû: “Ez di mal de me. Ji ber diyardeya dizî piştî erdhejê zêde bûye. Ev ne tenê pirsgirêka yekane ye, lê heta niha tu kesî nehatiye mala min nedîtiye, ka ji rûniştinê re dibe yan na.”

M.E her wiha got: “Hin hene, ez baş dizanim ku tu zirar bi malên wan de nebûne, lê malên wan tên keşfkirin.”

M.E da zanîn ku ew dev ji siyasetên xwe yên gendeliyê bernadin û wiha anî ziman: “Ger kesekî nas di hikumetê de tune be, ne pêkan e kes li te binêre. Dê heta avahiyan kesên payebilind hemûyan bişopînin dûvre were gel te.”

M.E wiha dawî li gotina xwe anî: “Ne ji mala dayika hevjîna min a li Şêxmeqsûd bûya, min nizanî min ê çawa bikira. Niha zarok û hevjîna min li wir in û ez jî di avahiya xwe de me. Cîranên min jî malbatên xwe şandin Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê.”