4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hesekê piştgirî dan pêngava azadiya Ocalan

Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê û Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya pêngava azadiya Ocalan çalakiyeke hevpar li dar xistin.

Di 10′ê cotmehê de bi dirûşmeya ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ li seranserê Cîhanê li 74 navendan pêngava azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê û Tevgera Hîlala Zêrîn, li navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo piştgiriya pêngava azadiya Ocalan çalakiyeke hevpar li dar xistin.

Çalakî li Hola Xeyme ya li navçeyê hat lidarxistin û gelek endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û xelkê navçeyê beşdar bûn. Çalakî bi daxuyaniyê dest pê kir. Endama Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê Reşa Elo daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew weke Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê û Tevgera Hîlala Zêrîn piştgirî didin pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin.

Piştî daxuyaniyê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê lîstika şanoyê ya bi navê ′Meşaleya Azadiyê′ pêşkêş kirin. Mijara şanoyê berxwedana Zîndana Amedê bû. Piştî lîstika şanoyê endamê Yekitiya Rweşenbîran a Navçeyê Hisên Meimo jî helbest li ser berxwedana Ocalan xwend.

Çalakî bi stranên Koma Şoreş a girêdayî Navenda Çand û Hunerê bi dawî bû.