13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hezexê êrişa biçek: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn

Li gundê Bana Zergûza Hezexê êrişeke biçek pêk hat, kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku êriş li gundê wan nokerên ku endamek HPG’ê radestî leşkeran kiribûn pêk hatiye.

Duh bi şev li nêzî gundê Zergûza banî ya bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, duh bi şev dema wesayîtek li ser riya Cizîr-Hezexê diçû bi êrişa biçek re ve rû bi rû ma. Di êrişê de Mehmet A., Abdullah E. (23) û Eşref E. (49) bi giranî birîndar bûn.

Kesê birîndar mir

Her sê kes bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Mehmet A. li nexweşxaneyê mir.

Hat zanîn ku tedawiya Abdullah E. û Eşref E. li nexweşxaneyê didome.

Hat ragihandin ku li herêma êriş lê pêk hatiye, ji hewayî û bejahiyê ve operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û ketin û derketina gund hatiye girtin.

Endamê HPG’ê radestî leşkeran kiribûn

Hat diyarkirin ku li gundê ku êriş lê qewimî ye ew gundê ku di 27’ê adarê de endamê HPG’ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) ji aliyê çend nokeran ve bi muamelya xirab re rû bi rû mabû û ew radestî leşkeran kiribûn.