27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê di nava salekê de 823 kes hatin bidarvekirin

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan a Îranê; sala 2023’an li welêt binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn. Li Îranê di nava salekî de 823 kes hatin îdamkirin. 333 kolber û 121 jin jî hatin qetilkirin

Li Îranê di nava sala 2023’an de 823 kes hatin îdamkirin, mafê jiyanê yê 333 kolberan hate binpêkirin. 27 kes di encama mayîn û teqemeniyan de, jiyana xwe ji dest dan û li girtîgehan jî 34 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserê welêt di tevahiya salê de hejmara girtiyan gihişt 2 hezar û 342 kesan, di nava salê de cezayê mirinê li 21 aktîvîstên siyasî û çalakvanan hate birîn. 547 aktîvîst bi cezayê hepsê yê 94 salan, 2 hezar 547 cezayê qemçiyê û 2 hezar û 944 sal cezayên girtîgehê re rû bi rû man.

Di raporê de hat diyarkirin ku divê saziyên parêzvanên mafên mirovan û civaka navneteweyî ji bo parastina mafên welatiyên Îranê, nerazîbûnê li hemberî vê yekê nîşan bidin û zextê Îranê bikin da ku dest ji vê kiryarên xwe berde.

Her wiha hat tespîtkirin ku li Îranê di nava salê de herî kêm 121 jin hatin qetilkirin.