19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin

Aktîvîst Mehdî Hashemî bal kişand ser darvekirinên li Îranê û got ku li dijî rejîmê pêlên serhildaneke nû xuya dikin.

Li Îranê di 16’ê Îlona 2022’yan de Jîna Emînî ji aliyê polîsên “exlaqê” ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Emîniyê bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” serîhildan dest pê kiribû û ev serîhildan di demeke kurt de li çar aliyê Îranê belav bûbû. Rejîma Îranê ku nikare pêşî li ber serîhildanê bigire, zextên xwe yên li ser kurd, ereb û belûciyan didomin. Rejîma Îranê ku gelek mirov girtin, heya niha gelek kes bidarve kirine. Gelên Îranê ku dest ji qadê bernadin, dixwazin pergala şerîatê ya li welêt bi dawî bibe.

Li gorî nûçeya nûçegihana Mezopotamyayê Bêrîvan Kûtlû, Aktivîst Mehdî Hashemî ku bi salan li bajarê Ahvazê yê Îranê têdikoşe, diyar kir ku her sal herî kêm 800 kes tên daliqandin û got ku zext û çewisandin her diçe zêdetir dibin. Hashemî bilêv kir ku gel ji ber fikrên xwe yên polîtîk tên daliqandin û Habîb Farajûllah Chaabê ku di sala 2020’î de hat Tirkiyeyê û paşê ber bi Îranê ve hat revandin û li vir hat daliqandin bibîr xist. Hashemî got: “Piraniya kesên tên daliqandin, li Kurdistan, Belucistan û Ahvazê mafên gelan diparêzin. Ev înfaz siyasî ne.”

Pêlên serhildaneke nû

Hashemî diyar kir ku ev darvekirin têkildarî serîhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kirin û got: “Di serîhildana Jînayê de herî kêm 310 kes hatin darvekirin. Ên hatin darvekirin kurd, ereb û belûc in. Rejîm bi taybetî van gelan bi dar ve vedike. Ji lew re ew muxalif in. Niha çendî çalakî bi awayekî din bidomin jî, lê bêdengiyek heye. Em li bendê ne ku li welêt pêleke nû ya serîhildanê dest pê bike. Li Îranê mirov dê cardin dakevin kuçeyan û wê ev serîhildan bidome. Dê mirov li malên xwe rûnenên. Rewşa aborî, siyasî û çandî mirov tengezar kirine.”

Hashemî bal kişand ser têkoşîna hevpar a gelan û got ku ew hêvî dikin ku li Îranê gelên din jî ji desthilata farsan xelas bibin. Hashemî wiha got: “Em hêvî dikin ku gelên me ne di bin banê rêveberiyeke qraliyet an jî mollatiyê de bin. Molla jî û qraliyet jî rejîmên navendîparêz in. Her du jî li dijî gelan in. Her du pergal jî çanda me, helwesta me ya polîtîk û pergala me ya aborî qedexe dikin.”