18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê serhildana gel di hefteya 5.emîn de berdewam dike

Tundiya destwerdana hêzên ewlekariya Îranê hem nikare pêşiya nerazîbûnan bigire û hem jî di nava raya giştî ya navnetewî de rastî bertek û nerazîbûnan tê.

Xwepêşandan û nerazîbûnên  gelê Îranê li dijî kuştina Jîna Emînî ya ku di 17’ê îlonê de li rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li seranserê Îranê veguherî serhildanê  di hefteya pêncemîn de berdewam dike.

Li gorî çavkaniyên muxalefeta Îranê heta niha di vê serhildana gel de 400 kes hatine kuştin û nêzî 20 hezar xwepêşandêr hatine binçavkirin.

DYA’yê da xuyakirin ku ew rê û rêbazên din digerin ji bo alîkariya xwepêşandêran bikin û rayedarên Îranê der barê tundiya li dijî xwepêşandêran hişyar kir.

Her wiha Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê Anne Claire Logander jî kuştina bi dehan kesan di xwepêşandanên berdewam ên Îranê de şermezar kir.

Logander di daxuyaniya xwe ya ji televizyona El Hades de got ku Yekîtiya Ewropayê ceza li berpirsên siyasî û polîsên Îranê biriye yên ku destê wan di kuştin û tundiya li dijî xwepêşandêran de heye.

Ji aliyekî din ve rayedar û berpirsên hêzên ewlekariyê yên Îranê dîsa gef li xwepêşandêran xwarin û ew ekî komên girêdayî welatên derve binav kirin.