26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê nerazîbûn û xwepêşandan

Li parêzgeha Zîqar ya Iraqê carek din xwepêşandanên ji ber nebûna xizmetguzarî û derfetên kar dest pê kirin. Xwepêşandêran bi şewitandina rêyên sereke rê li trafîkê girtin

Di saetên nîvro de li bajarê Zîqar yê Iraqê xwepêşandanê dest pê kir. xwepêşandêran bi şewitandina tekelan çend rêyek sereke yên nava bajêr li trafîkê girtin.

Xwepêşandêr diyar dikin ku ji ber nebûna xizmetguzarî û derfetên kar ew dê xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Li aliyê din hêzên ewlehiyê li derdora avahiyên hikûmî hatine bicih kirin daku rê nedin ti êrişek li ser saziyan çêbe.

Parêzgeha Zîqar yek ji wan bajarên Iraqê ye ku bi berdwam xwepêşandan lê tên kirin û alozî di navbera xwepêşandêr û polîsan de derdikevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye wê li gor budceya îsal ya Iraqê ti karmend neyên girtin. Ev jî bûye sedem di rojên dawî de li çend bajarên Iraqê xwepêşandan tên li darxistin.