18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kantona Cizîrê dema berxbirê dest pê kir

Di nava gelên rojhilata navîn de ev dema ku hiriya miyan tê birîn wekî dema berxbirê tê naskirin. Bi hatina biharê re li gundewarên Kantona Cizîrê dema berxbirê dest pê kir.

Li Rojhilata Navîn berxbir di nava gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî de bi nav û deng e. Di demsala biharê de welatî pezên xwe yên ku tevahiya zivistanê li axuran mane derdixînin derve û paqij dikin.

Di zivistanê de hiriya pez hem dirêj hem jî qirêj dibe. Lewma li gel deveran pez (mîh) di rûbaran de tên şuştin û piştre hiriya wan tê jêkirin. Ev yek ji bo tenduristiya sewalan wekî karekî girîng û jêveneger tê dîtin.

Ev kar jî li piraniya herêmê wekî festîvalan tên birêvebirin û navê berxbirê lê tê kirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî, di vê demsalê de (Adar û Nîsan) berxbir heye. Lê ji ber ku wekî deverên din hejmara pez pir zêde nîn e, bi rengê festîvalê nayê çêkirin. Welatiyên ku pezên wan hene, hiriya wan jê dikin.

Hiriya pez piştre tê şuştin û ji bo pêdiviyên malê tê bikaranîn.

Li gundewarên Kantona Cizirê jî van rojan welatî hiriya pezên xwe jê dikin û hinek difiroşin, hinek jî di pêşwazîkirina pêdiviyên malê yên wekî kulav, lihêf, balif de bikar tînin.