3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê ciwan rê nadin polîtîkayên qirêj

Endamê Meclisa Ciwanan  Rêxistina HDP’a Êlihê Siyabend Avşar, diyar kir  ku desthilata AKP-MHP’ê hewl didin pêşî li ciwanan bigirin lê ew ê bi xebatên ku bikin li Kurdistanê rê nedin meşandina polîtîkayên qirêj êndewletê.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di 5’ê mijdarê de li Amedê bi şîara “Em ê bi civaka rêxistinbûyî jiyana azad ava bikin” konfereseke mezin li dar xist. Ji tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê bi hezaran kes tev li konferansê bûn. Endamên Meclisa Ciwanan a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Êlihê Siyabend Avşar û Firat Ayan ku ji Êlihê tev li konferansê bûn ji rojnameya me re axivîn û der barê polîtîkayên ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li dijî kurdan tên meşandin de nirxandinan kirin.

Siyabend Avşar, diyar kir ku dewleta tirk bi salan e li Kurdistanê şerekî bênavber û bêsînor dimeşîne û wiha got: “Li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê şerê taybet tê meşandin. Li hemû parçeyên Kurdistanê pergalên serdest polîtîkayên şerên taybet li ser ciwanan didin meşandin. Mixabin dagirker li Rojava her roj sivîlan qetil dikin û xaniyan wan bombebaran dikin. Dewletên dagirker nahêlin gel û ciwanên kurd di pêş de gav biavêjin û pêşiyê li wan digire. Mixabin em niha di pêvajoya şerê teybet de derbas dibin. Lê em dibînin ku roja jin, zarok û sivîl neyên qetilkirin nîne. Bi tecrîda li ser birêz Ocalan ciwanan kirine nava asîmîlasyon, hişbir û fuhûşê. Gelê kurd tu caran ji van kiryarên dewletê re bêdeng nemaye û li gora rewşa îro dîsa jî li ber xwe dide.”

‘Şerê dewletê xesar dide civaka kurd’

Avşar, anî ziman ku tecrîda heyî ne tenê li Girava Îmraliyê didome di heman demê de li ser tevahiya civakê tê meşandin û ev tişt got: “Dema ku têkoşîn bidome dê her tişt çareser bibe. Mixabin şerê li dijî kurdan xesareke mezin daye civaka kurd. Dewlet şerê aborî û tunekirina çanda kurdî dike. Di vê pêvajoya nû de em dikarin gel û saziyan bi ruhekî kolektîf li qadê bidin nîşandan û rêxistin bikin. Li dijî van helwestên dagirkeriyê hewce ye em erka xwe bi cih bînin. Armanca dewleta tirk ew e ku her tim pêşiya têkoşîna gel û ciwanan bigire. Divê em bi tenê nebêjin tecrîd li ser birêz Ocalan heye. Ev tecrîd li ser hemû civaka kurd û gelên Rojhilata Navîn tê meşandin.”

‘Sîxurtiyê li ciwanan ferz dikin’

Di dawiya axaftina xwe de Avşar, destnîşan kir ku dewlet dixwaze têkiliya Ocalan a bi civak û malbata wî re bi tevahî qut bike û bi vann gotinan bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî ciwanan: “Dewlet bi tu awayî naxwaze ku ciwan bikevin nava çalakiyan û bi pêş bikevin. Ev pergal tiştên wisa dike ku berê ciwanan dide fuhûş, hişbir, dizî û gelek rêyên nebaş. Piştî demekê sîxurtiyê jî li ciwanan ferz dikin. Ciwanan ji xwe re bi kar tînin û li dijî me didin xebitandin. Em ê rê nadin dewleta tirk polîtîkayên xwe yên qirêj li Kurdistanê bimeşîne.”

‘Li ser ciwanan disekinin’

Firat Ayan jî destnîşan kir ku her ciwanê ku i xwe re dibêje, ‘ez kurd im’ hewce ye li hebûna xwe xwedî derkeve, di nava têkoşînê de cih bigire û wiha axivî: “Em îro lê dinêrin kesên aştî azadiyê dixwazin wan diavêjin zindanan. Hinek mirovên me hene ji ber êrîşan nikarin dengê xwe derbixin. Gelek tişt hene li ber çavan tê kirin lê tu kes dengê xwe dernaxe. Gelek caran me dikin zindanan û em dibin qurbaniyên kujerên nediyar. Dewleta tirk bi armanca ku li hebûn û doza xwe xwedî dernekevin hemû ciwanên kurd ji partiyê dûr dixe. Li dijî kiryarên dewletê yên mîna hişbir, fuhûş, diziyê weke ciwanan em kar û xebatên xwe dimeşînin. Bi teybetî jî dijmin li ser ciwanên kurd gelek disekine. Ciwanên Kurdistanê ji aliyê têkoşînê ve gelek wêrek û xurt in. Ji ber vê yekê armanca wan tasfiyekirina ciwanan e.”