3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li MHP’ê şerê faîlê destdirêjiya li zarokan didome

Ji ber ku serokê berê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ku ji ber destdirêjiya li zarokan ji peywirê hatibû girtin û careke din serokatiya MHP’a Amedê nehat qebûlkirin serokên 5 navçeyên Amedê yên MHP’ê îstifa kirin.

Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ji ber destdirêjiya li zarokekî çend beriya niha ji peywirê xwe hatibû girtin û piştre jî hatibû binçavkirin û girtin. Kayaalp ku girtî dihat darizandin beriya çend rojan ji aliyê daraza AKP-MHP’ê ve hat berdan. Derket holê ku Kayaalp çawa hatiye berdan ketiye nav hewldanan ku careke din bibe seroka MHP’ê Amedê.

Li ser vê Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistinbûna MHP’ê Berpirsyar Edîp Semîh Yalçin hatiye Amedê û çend hevdîtin kiriye. Piştî van hevdîtinan serokatiya Kayaalp nehatiye qebûlkirin û ji ber vê birayê wî Serokê MHP’a Yenîşehîrê Yilmaz Kayaalp jî di nav de Serokê MHP’a Sûrê Cemal Ayla, Serokê MHP’a Çermûgê Veysî Îpek, Serokê MHP’a Pîranê Mehmet Orbay û Seroka MHP’a Liceyê Hamza Yilmaz ji MHP’ê îstifa kirine.