18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Nisêbînê di binçavkirinê de îşkence û tacîz

OHD’ê aşkere kir ku îşkence û tacîza zayendî li 11 kesên ku li gundê Marînê yê Nisêbînê hatibûn binçavkirin, hatiye kirin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê têkildarî serdegirtina malan, binçavkirin û derbkirina kesên li gundê Marînê yê li herêma Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya li ser medyaya dîjîtal hate kirin de hate diyarkirin ku bi hinceta “lêgerînê” bi ser du malan de hate girtin û tiştên li 11 kesan ku temenê wan di navbera 15 û 77’an de ye hatin kirin hate vegotin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku îşkence, tacîza zayendî li kesên hatine binçavkirin hatiye kirin, gef li wan hatiye xwarin, biçûk hatine xistin, heqaret li wan hatine kirin, gotinên nefret û cihêkariyê ji wan re hatine gotin û bi awayekî neheq hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku B.A. (15), R.A., S.A. û A.O. ên li malê bi saetan hatine derbkirin û bi heqaret û gefxwarinê îşkence li welatiyan hatiye kirin.

‘Hişyarî hate kirin ku bi kurdî neaxivin’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gef li jinan hatiye xwarin, tacîza zayendî û heqaret li wan hatiye kirin û hate diyarkirin ku bi hinceta H.A. ya 77 salî bi kurdî axivî, heqaret lê hatine kirin û hişyarî lê hatiye kirin ku bi kurdî neaxive. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi pêlav û kuçikan ketina malan û wiha hate gotin: “Tevî ku der barê B.A. (15), N.O. û G.A. de biryara binçavkirinê nîne jî piştî lêgerînê bi awayekî neheq ew jî birine qereqolê nêzî 2 saetan li ber deriyê qereqolê di nava wesayîtê de hatine hiştin û bêyî ku tu kirariyan bikin hatine berdan.”

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hiqûqa netewî û navnetewî û bi gotina “divê polîtîkayên necezakirinê û pêkanînên îşkenceyê demildest bên bidawîkirin” hate diyarkirin ku dê şopdarên bûyerê bin.