30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li pêş girtîgehan bang kirin: Tecrîd li dijî aştiyê astengî ye

Malbatên girtiyan û saziyên civakî di çalakiyên “Deng bide azadiyê” de, diyar kirin ku tecrîd yekane astengiya li pêşiya azadî û aştiyê ye û xwestin tecrîd rakin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin didome. Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî de û di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hatiye destpêkirin berdewam dike.

Mêrsîn

Di çarçoveya çalakiyên ‘Deng bide azadiyê” de ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de li Mêrsînê tê berdewamkirin, li ber Girtîgeha Kampus a Tarsûsê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiya ku kete hefteya 10’emîn de her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Reşat Aşan, bal kişan ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan rakin, rêya diyalog û muzakereyê vekin. Pergala tecrîdê ji Îmraliyê dest pê kiriye û belavî hemû welatan bûye. Heta ku tecrîd rabe dê çalakiyên me berdewam bikin. Kesên ku welat bi rê ve dibin jî dizanin tecrîd welat ber bi kaosê ve dibe. Ji ber vê yekê ya zirara herî mezin dide welat desthilata AKP’ê ye. Heke hûn bixwazin demokrasî û edalet were avakirin pergala tecrîdê demildest rakin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û bidirûşmeyan bi dawî bû.

Îzmîr

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) li Îzmîrê li ber Girtîgeha Kiriklarê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Deng bide zindanan” dinivîsî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş kesên di şewatên li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: “Ji bo ku peywîrdaran karê xwe pêk neanîn me gelek canên xwe winda kirin û ji ber van windahiyan em êşeke mezin dikişînin.”

Kûrûş, bi lêv kir ku bi armanca tecrîda li ser girtiyan şermezar bikin çalakiyê li dar dixin û wiha domand: “Em dixwazin ku girtî li hawîrdoreke ku bikarin weke mirovan bijîn bimînin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Pêdiviya vî welatî bi lezgînî azadî, demokrasî û aştiyê heye. Yekane astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e. Ji ber vê yekê em dibêjin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin.”

Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi tilîliyan bi dawî bû.