18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê

Li Colemêrgî bi hezaran welatî ku cil û bergên xwe kurdî li xwe kirine, diherikin qada Newrozê ya li qûntara Çiyayê Simbî û bi pankartên “Çareserî em in, ji şer û kedxwariyê re na” qada  Newrozê xemilandin

Îro yek ji navendên ku agirê Newrozê bê hilkirin jî Colemêrg e. Li navenda Colemêrgê wê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” li qada Otogarê ya li taxa Tekser a li qûntara Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hatine xemilandin. Li qadê pankartên bi nivîsên “Çareserî em in, ji şer û kedxwariyê re na”, “Em ê bi hev re biguherînin”, “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” û “Niha dema ciwanan e, demildest îstîfa bike” hatin daliqandin.

Bi hezaran welatî ku cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kirine diherikin qada Newrozê. Welatî ji navçeyan û gundan bo pîrozbahiyê hatin navenda bajêr. Beşdariya jin û ciwanan balê dikişîne ser xwe. Hin esnafan jî ji bo pîrozbahiyê deriyên dikanê xwe venekirin. Hatina welatiyan a qadê didome.

Bername wê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê bike. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede biaxivin. Koma Sorjiyan jî dê derkeve ser dike û bistrê.