7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava pergala aboriya jinan

Li welatekî ku lê şoreş destpêkiribe û di heman demê de êrîşên li ser berdewam dikin de, heke jin karibin tovan li ser axa wê direşînin, wê çawa têk biçe? Rojava ew cîhana ku jin di warê aborî de dixwaze lê xweser be û hewl dide xeyala xwe pêk bîne ye.

Di serdema nû ya sedsala 21’emîn de û  bi taybet piştî çirûskên Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava belav bûn, jin êdî dest bi avakirina pergaleke xwe ya aborî ya xweser kirin. Aboriya jinan ku jin bi xwe bikaribe pergala xwe ya aborî ava bike, projeyan pêş bixe. Jin bi vê pergalê hewl didin ku bêyî ku pêwîstiya wan bi mêr û bêrîka wî ya wekî dewletê hebe, ku wekî demên berê destê xwe li ber wan veneke têdikoşe. Ev xewn bi hewldanan êdî ne xewn e rastî ye.

Pergala aborî jinan

Jinan piştî şoreşê di warê parastinê de artêşa xwe ava kir. Ji bo hişmedniya mêrperest ji holê rabe di warê hişmendî de jî akademiyên xwe û akademîsyenên xwe yên ku perwerdeyê bidin afirandin. Di warê xwe têrkirinê de jî li rêyên aboriya digere û pêş dixe. Di nav şer de ku her cure êrîş tên kirin ji êrîşên qirkirinê heta hilweşandina binesaziya herêmê, zêdekirina çolbûnê û tîkirina herêmê, jin bêçare neman û ji nebûnê hebûnê afirandin.

Eger îro em bêjin a ku ev şoreş ji hilweşînê parast, pergalên wê bihêz kir, diplomasiya wê di warê çareserkirina krîz û dîtina çareseriyên siyasî ji welatekî ku şer lê heye projeyên demoratîk ava kir, terorên ku cîhanê xistibû nav tirseke bêdawî de têk bir û xîlafeta wan hilweşand, girîngî da wekheviya di navbera her du zayendan de jin bûn, nê ne şaş be. Bi jinan re îro Şoreşa Rojava heye û wê bi wê jî hebe û ji nifşên nû re bibe navnîşana hebûna ji zikê şer û qirkirinê de.

Dijmin êrîş dikir ax û erdîngariya Rojava bi top û çekên xwe yê kîmyesal xira dikir. Jinan jî projeyên zindîkirina axê pêşdixistin û ji aliyekî din jî aboriya xwe xurt dikirin. Di nav de jin birêxistin dikirin û wan bi dîroka wan a ji wan bi rêya zilamên qûrnaz û hişmendiya desthilatdar û hegemoniya ku jinan bêrol dike di warê aborî de, hatiye dizîn, dide naskirin. Jinên ku hevjînê wan di şer de şehîd dibin, bi rêya projeyên aboriyê dixwazin tolê ji dijmin hilînin û li gorî soza xwe ya bi axê re dane, ji nû  ve rabin ser xwe.

Herwiha jinên ku hevjînên wan diçin ser dilovaniya xwe wekî ku civak lê dinêre êdî nabe, ew jina bî nefesek azad bigire, ew jin di nav çar dîwarên malê de êdî azadiya xwe dorpêç nake. Bi xwe dikeve cîhana aboriya jin û dibe xwedî proje û rêveberiya wê jî dike. Di wextekî de ku civak dixwaze wê bê erk û misyon bihêle, pergala aboriya jinan ji wan re dibe stûn û dibe hêz. Bi pergala aboriya jinan re jin kesayetên xwe ava dikin, dibin xwedî gotin û kiryarên xwe. Jin di nav pergala aboriya xwe de hewl didin projeyên xwe yê biçûk yên pîşeyî, çandinî û bazirganî jî dorfireh û mezintir bikin.

Şoreşa aboriya jinan

Derfet hebe, jin dikarin di hemû cîhana ku lê hatiye qedexekirin de xwe îsbat bikin û ji civaka ku bi hişmendiya mêr hatiye honandin re, bêje ku jin dikare bike hêza wê ya aqil heye û dikare ava bike û pê re jî bazirganiyê bike. Aborî pergalekî wiha stratejîk e li Rojava ku hemû jin ji bo pêşxistina wê ketine nav liv û tevgerê. Wekî ku fersendek hatiye vekirin ku her kes jê sûd werbigire û wê ber bi xebatên bilindtir ve bibe. Bi Şoreşa Jinan re şoreşa aboriya jinan jî çêbû. Êdî jin ji bo krîzên aborî yên ku li welat çêdibin rêyên çareseriyê diyar dikin û hewl didin alternatîfan pêş dixin. Ev nimûneyeke ku hemû jinên cîhanê dikarin jê sûd werbigirin e.

Şer çêdibe, jin bi şev nobedariyê dikin û bi roj jî xwarinê ji baxçeyên ku çandine ji şervanan re cureyên xwarinên gelêrî amade dikin. Ev hem di warê aborî de û hem jî di warê parastina rûmetê de wateyekî xwe yê gelekî hêja û bi nirx dide. Jinan şerê gelê şorşegerî pêşxistin û jinên şoreşger ava kirin. Ji lewra tirs li ser şoreşeke ku jin pêşengiya wê dike, nabe. Ev jin madekî can û malê xwe oxirî şoreşê kirin, çi ji wan were xwestin li kîjan parçeyî pêwîstî hebe wê li wir bin.

Vegera li çanda dayiksalarî

Mijar ne pêşxistina projeyeke çandinî ye, mijar ew e ku jin çiqasî bi reşandina wê tovê re hezkirina xwe ya bi axê re hîn xurtir dikin, polîtîkayên dijmin yên hilweşandina aboriya welat vala derdixe û careke din çawa jiyanê zindî dikin e. Bi pergala aboriya jinan re çanda dayiksalariyê li ser axa hezaran xwedawend hembêz kirin, zindî dibe.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke wiha dewlemende ku aqilê jinan di warê aborî de têra rêvebirina deh welatan dike. Li welatekî ku lê şoreş destpêkiribe û di heman demê de êrîşên li ser berdewam dikin de, heke jin karibin tovan li ser axa wê direşînin, wê çawa têk biçe? Ji lewra jin ji bo cîhaneke wiha têkoşîn dikin ku tê de di navbera jin û mêr de di hemû qadan de wekhevî hebe, neheqî nebe.

Ew cîhan li Rojava ye!

Rojava ew cîhana ku jin di warê aborî de dixwaze lê xweser be û hewl dide xeyala xwe pêk bîne ye. Ew cîhana mezin li Rojava ye. Jin bi nasname, ol û mezhebên xwe li vir di projeyeke biçûk de tên cem hev û hevgirtina xwe çêdikin û ev şoreşeke serbixwe ye.