18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojhilat 14 kes hatin binçavkirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li bajarê Şino 14 çalakvan, hunermend û welatî bi hinceta tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne, hatine binçavkirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 3 rojên borî de li bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, hunermend û çalakvan jî di nav de 14 kes hatine binçavkirin. Li gorî daxuyaniyê, sedema binçavkirinê jî tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê bû.

Di heman daxuyaniyê de navê kesên hatine binçavkirin jî hate belavkirin. Li gorî vê nav evin: “Yusif Hacî Xoş, Rehîm Refetî, Fexredîn Mudresî, Umêd Reşîdpak, Arman Îbrahîm, Selah Qazî, Hîsamedîn Mehmud, Mewlud Rusta, Hesen Resul, Cehfer Resul, Mihemed Sultan Pur, Xefur Şêx Mihemedî, Hadî Lawe û Ako Îbrahîm.”

Tora Mafê Mirovan ragihand ku aqûbeta her 14 kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.