3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî berdewam dike

Li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî dest pê kir û dê 3 rojan berdewam bike

Li ser bangawaziyên kesayetên siyasî û aktîvîstan, li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî dest pê kir û dê 3 rojan berdewam bike. Di vê çarçoveyê de li Kirmaşan, Sine, Ciwanro, Paveh, Mahabad, Bane, Diwander, Îlam, Bokan, Dewelan, Urmiye, Meriwan û gelek bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê derabeyên dikanan nehatin vekirin.

Her wiha li bajarên weke Arak, Şîraz, Tehran, Kazrun, Kerman û Sîstanê û li bajarên Belucistanê welatî û esnaf tev li greva giştî bûn.

Ji aliyekî din ve li gorî ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranî Tasnim, ‘Parêzvanên Şoreşê’ piştrast kir ku hêzên ewlehiyê dê destwerdaneke tund li dijî xwepêşandêran bike û xwepêşandêr wekî  ‘xayinên welat, xwefiroş û terorîst’ bi nav kirin.

‘Parêzvanên Şoreşê’ her wiha pesnê helwesta dadwerî ya li hember xwepêşandanan da û daxwaz ji wan kir ku bi lez cezayan li kesên ku bi tawanên li dijî ewlekariya welat û Îslamê hatine tometbarkirin, bibire.