21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojhilatê Kurdistanê îro hêzên rejîmê kurdek din jî kuşt

Îro jî dema ku gel xwest merasîmên çilrojiya wan şehîdên xwe pêk bînin ji alî hêzên rejîmê ve hatin guleberankirin û di encamê de ciwanekî din jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Ciwanro yê rojhilatê Kurdistanê Kurdek din di êrîşa hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Biryar bû ku îro li Goristana Hacî Îbrahîm a li bajarê Ciwanro merasîma çilrojiya şehadeta 7 kesên di xwepêşandanan de hatibûn qetilkirin pêk were, lê hêzên Îranê êrîşî welatiyan kirin û gule li gel barandin.

Li gorî agahiyan, di êrîşa hêzên Îranê de welatiyê Kurd ê bi navê Burhan Îlyasî jiyana xwe ji dest da. Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatin parvekirin, niha li bajarê Ciwanro xwepêşandan heye û hêzên Îranê bi guleyan û gaza îsotê  êrîşî xwepêşanderan dikin.

Hêjayî gotinê ku li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 476 kes hatine qetilkirin ku piraniya wan Kurd û Belûçî ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îrfan Kakayî, Behaeddîn Vaîsî, Tehsîn Mîrî, Mesûd Teymûrî, Cemal Ezamî, Johar Fetahî û Îsmaîl di xwepêşandanên xwînrêj ên rojên 20 û 21’ê Mijdarê de li Ciwanro ya parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn kuştin.

Îro jî dema ku gel xwest merasîmên çilrojiya wan şehîdên xwe pêk bînin ji alî hêzên rejîmê ve hatin guleberankirin û di encamê de ciwanekî din jiyana xwe ji dest da.