20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Samandagê pîrozbahiya Xidirellezê

Welatiyên Samandagê ku di pîrozbahiya Cejna Xidirellezê de hatin ba hev, hêvî û duayên xwe li ser kaxizan nivîsandin û avêtin behrê

Cejna Xidirellez ji hêla gelek gel û baweriyan ve weke mizgîniya hatina biharê tê pîrozkirin. Cejn, li navçeya Samandag a Hatayê jî hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengtiya Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê ve li kêleka Turbeya Hz. Xizir a li Taxa Denîzê hate pîrozkirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Hatayê Kerem Nalbant û Yûsûf Kîmyon û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.

Qurbaniyên erdhejê nehatin jibîrkirin

Endama Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê Seda Yuce di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Em, kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînin. Bi hêviya Xidierellezê re em Denîzan tînin ba hev. Bi ser erdhejên Mereşê re 90 roj derbas bûn. Em ê hesabê ji berpirsyaran bipirsin. Her wiha pêşengên me yên şoreşger jî bi bîr tînim. Hêza Hidir û Îlyas hêj jî hêz didin têkoşîna me. Şitil, ne li sêdarkan tune dibin ne jî di bin kavilan de. Em li vir in. Li çiya, li rê, li behran e. Em tune nebûn, silav ji bo yên çûyî. Em hene û dê her hebin.”

‘Meşa bi meşale’

Piştî daxuyaniyê, girseyê meşale vêxistin û ber bi behrê ve meşiya. Di meşê de strana Grup Yorum a Dîrîlîş (Vejîn) hate gotin. Welatiyên ku li dora agirê hatiye vêxistin kom bûn, hêvî û daxwazên xwe li kaxizan nivîsandin û avêtin behrê. Piştre jî xwe li ser agir re avêtin ku weke mizgîniya hatine biharê tê vêxistin.

Namzetê Partiya Çepên Kesk Yûsûf Kîmyon qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Kîmyon anî ziman ku di 3 rojên ewil ên erdhejê de tu rayedar nehatin Samandagê û wiha pê de çû: “Me got ku dê vê tarîtiyê ji holê rakin. Weke ku hûn îro jî dibînin, em di şeva Xidirellezê de wê tarîtiya ku ew soza wê didin tune dikin. Hêvî û baweriya me mezin e. Em ê bi hev re vî bajarî ber bi ronahiyê ve bibin. Hêvî û duayên me ji bo Samandagê ne.”

Namzetê parlamenteriyê Kerem Nalbant jî got ku dê îktîdara 21 salan hilweşînin û axaftina xwe wiha qedand: “Bes ku em ji xwe bawer bin. Bila guman tu kesî nebe ku em ê vê pêk bînin.”