3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şaneşîna Stêrkan

Dema cara destpêkê ez çûm bajarekî mezin, min destpêkê li esmana wî ya êvarê nihêrt û gunehê min bi wan bajarvaniyan hat. Haya wan ji windahiya wan nîn bû.

Ez dema li Farqînê difikirim, herî pir ew şevên bi stêrk tijî dikevin bîra min. Dibe ku ji serpêhatiyên Farqînê tenê ev di dilê min de şopeke nejibîr hiştibe. Yan na, ne bîranînên min ên bi kevîrên qedîm ên bi wî bajarî re hene, ne jî bi deştên wî re. Di nav malên li ser keleh û bircên bilind û mezin de tenê stêrk nêzî min bûn. Ez nizanim zarokan êvaran li derve çi dilîst lê min stêrkên diçirisîn û dû re di nav şopa xwe ya çirûskî de winda dibûn, dijimartin. Min ji bo her stêrkê ku winda dibû, daxwazek di dilê xwe de digirt. Ez nizanim çi bi wan daxwazan bû. Riya Kadiz hema ji ser mala me derbas dibû. Dema cara destpêkê ez çûm bajarekî mezin, min destpêkê li esmana wî ya êvarê nihêrt û gunehê min bi wan bajarvanan hat. Haya wan ji windahiya wan nîn bû.

Min ji betlaneyên havînan hez nedikir, ji bilî hatina mala Apê Îskan ji bajarê Enqereyê. Ku ew dihatin, der dora me geş dibû. Ji nişkê ve hemû cîran û derdor dihatin hewşê, dengê ken û nîqaşan ji şaneşîna kêlekê bilind dibû. “Xelqê mehelê” dihatin. Min çawa firsendek didît, baz dida, diçûm mala wan. Derê wan her tim li ser piştê vekirî bû û tu carî bê mêvan nediman. Her kes hişk hembêz dikirin. Di meha gelawejê de ew li ser şaneşîna xwe ya bilind û em li ser şaneşîna xwe me bi hev re stêrk dijimartin.

Dema ew ji Enqereyê dihatin, me kurdiya xwe pêş dixist. Ew bi kurdî dipeyivîn û dema em (zarok) bi tirkî bipeyiviyana pir aciz dibûn. Kurdiya wan wekî ku ji pirtûkeke wêjeyî derketibe, baldar û dewlemend bû. Kurdiyeke hêdî dipeyivîn. Min digot herhal li Enqereyê ji ber qedexe ye, pir bê deng kurdî dipeyivin, lewma kurdiya wan wisa hêdî ye.

Me digot mala Apê Îskan lê mala jinapa Leman bû rastî. Dema havîn dihat, dema ew û zarokên xwe dihatin, hewşa me civakî dikirin. Ya rastî havîna me femînen dikirin. Li aliyê din, li hewşa mezin, “odeya mêran” ji giraniya xwe tiştek winda nedikir lê li vî aliyê hewşê, jinên taxê, li mala wan civat geş dikirin.

Heval Raperîn weke siya vê malê bû. Lingekî wê li hundir, lingekî wê li derve bû. Nedixwest ji tu kêliyeke havînê bêpar bimîne. Sê meh havînê di paşila xwe de kom dikir û dîsa bi malbata xwe re ber bi bajarê Enqereyê ve bi rê diket. Min çawa ew li şaneşînê didît, min baz dida diçûm mala wan, heta ez diçûm, min didît ji deriyê din re derketiye û çûye hewşa mezin. Hemû şaneşînên Farqînê bi paçan ve pêçandî bûn. Tenê ya wan vekirî bû. Neqşên hesinên şaneşînê ji herkesî ve/re xuya dikirin. Ew li şaneşînê rûdinişt, ji wir li Kurdistanê temaşe dikir, Kurdistan jî lê…

Çîrok digotin ji me re. Carekê behsa pîrebokekê kir. Got ku ew di menzela wan a paş de ye û tu carî xwe nîşanî me nade. Lê me ji bêyomiyê diparêze. Min ji xwe re digot, nexwe wêrekiya wê ji vir tê. Êvareke 15’e Tebaxê li sûkê xwepêşandan çêbû, polîs êrîşî çalakvanan kir, heval Raperîn bi ser polîsan de meşiya. Dayika wê û xwîşka wê bi zorê ew li hewşê zeft kir û kir hundir. Çalakvan xwe ji polîsan, heval Raperîn xwe ji dayika xwe xilas kir, destê xwe bilind kir, nîşana serkeftinê da, bi ken çavê xwe ji me re şikand, me li ser şaneşînê li wan dinihêrî û got “berxwedan jiyan e”.

Êvarekê ji şaneşînê bi dengekî bilind bangî min kir. Min bazda derve, destê xwe bilindî esman kir û got, “ka binêre!” Dema min li esman nihêrî, ez şaş mam. Xeleka derdora heyvê kesk û sor û zer bibû. Esman bi ewr bû. Min bi tirs lê nihêrî lê ew keniya û got “îşev heyv jî kurd e”. Stêrkan ew şev xuya nedikirin. Bi şev baran barî, heval Raperîn ji bin baranê xwe neda alî.

Di roja barana stêrkan de, di meha gelawejê de tev li me stêrkên dişemitîn dijimirî, me esman li hev parve dikir, aliyê çepê li şaneşîna wan diket, ê rastê li ya me. Dema tiliyên xwe dirêj dikir, keviyên stêrkan hema bêje li tiliyên wê diketin. Xuya bû ev nêzikahî têrî wê nedikir. Wê dixwest hin zêdetir nêzikî wan bibe, hin nêziktir hest bike. Li şaneşîna stêrkan rûnê.

Roja din min dîsa firsendek dît û çûm mala wan, derî weke her tim vekirî bû. Ji derencê hilkişiyam jorê, min nihêrî di malê de du hest digerin. Xwîşka heval Raperînê hêdîka digiriya. Dayika wê bi dengekî bilind xeyidî û got “ev çi girîn e, Delal çûye riya rûmetê. Ev ji bo me serbilindiyeke mezin e. Ji dêlva kêfxweş bibî, tu xemgîn dibî. Bila oxira wê ya xêrê be.” Ez li ser derencê mam, derneketim jorê, ger ez xemgîn bama, wê dayika wê xwe bi min jî aciz bikira. Ez hinek li ser derencê rûniştim. Dû re çûm cem wan. Dayika wê ez hişk hembez kirim. Got “ji niha şûn de ez dayika gerîlayekê me”.