3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê cejna Çarşema Nîsanê tê pîrozkirin

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê wê sibe bi boneya cejna Çarşema Serê Nîsanê şahiyekê li dar bixe û sersala êzidiyan pîroz bike.

Li gorî baweriya êzidiyan sibe cejna Çarşema Serê Nîsanê ye, ev tê wateya avabûna gerdûnê. Civaka êzidî vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî dike û ji bo wan roj herî biwate ên salê ye. Bi armanca pîrozkirina Çarşema Nîsanê, wê sibe bi pêşengiya navenda Çand û Hunerê ya Şengalê şahiyek were lidarxistin.

Li gorî bernameyê wê sibe li quntara Çiyayê Şengalê, li geliyê Kersê bi amadebûna komên govend û stranan şahî were lidarxistin.

Di şahiyê de wê stranbêj Celo Şengalî, bavê Ferhan, koma dengbêjên Şengalê, hunermend Bager Medî, helbestvkar Bêrîvan Heso, ji navenda Çand û Hunerê Hesen Emo û Yaser Şengalî bi berhemên xwe biçin ser dikê. Her wiha koroya zarokan ya şehîd Zerdeşt jî wê berhemên xwe pêşkêş bike.