30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser Mexmûrê SÎHA digerin

Nûçegîhanê Ajansa ROJNEWS’ê diyar kir ku ji danê siharê ve balafirek bêmirov (SÎHA) li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere.

Nûçegîhanê Ajansa ROJNEWS’ê diyar kir ku ji serê sibê de balafirên bi çek û bê mirov li ser esmanê Mexmûrê digere. Heta niha gelek caran balafirên bi çek û bê mirov (SÎHA) li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombe barandine û gelek welatî hatine kuştin.

Herî dawî di Cotmeha sala 2023’an de, di nava 10 rojan de 3 caran balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk xelkê Mexmûrê bombebaran kir û encamê de 2 jin û 3 zarok birîndar bûn û ciwanê bi navê Dilovan Îşlek hat kuştin.