20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê hevdîtina jinan veguherî mitînga piştgiriya Partiya Çepên Kesk

Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, diyar kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo jinan bû hêviyek mezin û got: "Ji bo em daxwazên xwe bînin ziman em ê sibê li Kadikoyê di hevdîtina jinan de bicivin û piştevaniya jinê mezin bikin."

Kar û xebatên Partiya Çepên Kesk li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bê navber didomin. Bi nêzbûna hilbijartinê re jî li gelek deran mîtîng tên lidarxistin. Vekirina buroyên jinan, avakirina stantên xemrî û xebatên li taxan a jinan bê navber û bi coş didomin. Ligel wan xebatan jî li gelek navendan hevdîtina jinan û mîtîngên jinan tên lidarxistin. Yek jî wan cihan Stenbol e.

Sibê di saet 13.00 û 17.00’an de li Parka Yogurtçu a Kadikoya Stenbolê hevdîtina jinan a Partiya Çep a Kesk bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” pêk tînin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, namzeta Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Nilay Kuş dê tevlî hevdîtina jinan bibe.

Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, derbarê hevdîtina jinê û girîngiya hilbijartinê ya ji bo jinê ji nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Marta Somek re axivî.

‘Em bi hêvî û kelecan in’

Dîlek diyar kir ku dirûşma “Dê bi jinan re biguherînin û bi hev re biguherînin” girîng e û wiha jî bal kişand ser beyannameya Jinan a Partiya Çepên Kesk: “Beyannameya jinan hêviyê dide. Ji ber ku her jinek xwe di nava vê beyannameyê de dibîne. Komeleya me xwe di nav de dibîne. Ji ber ku me bi hev re vê beannameyê amade kir. Ev beyanname li ser masê nehat amadekirin. Bi jinên ku li her qadê di nava têkoşînê de heyî ve hat amadekirin. Me bi hev re pirsgirêkên heyî nîqaş kir û pêşniyarên xwe pêş xist. Ji ber vê yekê em bi hêvî û kelecan in.”

‘Destkeftiyên jinan hatin xespkirin’

Dîlek, daxuyand ku bi salane îktîdara AKP-MHP’ê hemû destkeftiyên jinan xesp kir û got: “Peymana Stenbolê betal kir, qanûna 6284’an pratîze nake û êrişê qanûnê dike. Ji bo me ev xal girîng in û em ê ji bo vê têbikoşin. Her wiha ji bo jinan avakirina Wezareta Jinê girîng e. Divê xebatên jin û malbatê ji hevdu cuda bikin. Dema jin û malbat tên cem hev vê demê jin tenê di cihekî de tê asêkirin. Partiya Çepên Kesk di her xebatên xwe de vê yekê tîne ziman. Em ê piştî 14’ê gulanê jî şopdarê ve yekê bin.”

‘Em ê bi dildarên xwe re tevlî hevdîtinê bibin’

Dîlek di dirêjiya axaftina xwe de behsa hevdîtina jinan a ku dê sibê li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê bê lidarxistin kir û wiha axivî: “Em wek komele jî dê tevlî hevdîtinê bibin. Em ê bi dildarên xwe re li vir bin. Em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Ev hevdîtina jinan girîng e ji ber ku di 6’ê sibatê de erdhejek mezin pêk hat û pişre jî kerasetên din jî pêk hatin. Vê demê me li herêmê bi hevpar xebatek da meşandin. Piştî erdhejê malbatên ku hatin li Stenbolê bi cih bûn hebûn, em bi wan re di nav têkiliyê de nin. Ji ber ku di vê em hem di rojên xweş de hem jî di rojên nexweş de li cem hev bin. Em li herêmên erdhejê bûn şahidê gelek tiştan. Ji ber vê jî em ê sibê li qadê bin.”

Dîlek, banga tevlîbûnê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû jinan dikin ku li Parka Yogurtçuyê bicivin û piştevaniya xwe mezin bikin.”