17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê milyonek û 230 hezar hilbijêr neçûne ser sindoqê

Li Stenbolê milyonek û 230 hezar û 189 hilbijêr neçûn ser sindoqan û dengê xwe nedan.

Girtekên yekkirina sindoqan a li Stenbolê, teslîmî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a li Çaglayanê hatin kirin. Li gorî girtekên bi deriyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar ve hatin daliqandin, li Stenbolê 11 milyon û 367 hezar û 598 hilbijêr hene. Ji van hilbijêran 10 milyon û 291 hezar û 303 jê çûne ser sindoqan û milyonek û 230 hezar û 189 kes jî neçûne ser sindoqan. Bi giştî 10 milyon û 150 hezar û 710 deng derbasdar hatine qebûlkirin. Di girtekan de hat destnîşankirin ku hejmara lijneyên sindoqan 30 hezar û 849 e û bi giştî 140 hezar û 593 deng hatin betalkirin.

Ji dengên hatin qebûlkirin 4 milyon û 928 hezar û 408 jê namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kikliçdaroglû, 4 milyon û 738 hezar û 996 namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan wergirtin. Namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan 457 hezar û 568, Muharrem Înce jî 25 hezar û 738 deng wergirtin.