4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li şûna mudaxale bikin temaşe dikin

Li Mêrdînê li gelek noqteyan agirê bi zeviyan ketiye belav dibe. Rayedarên dewletê li şûna tenê temaşe dikin.

Li navçeyên Dêrik, Nisêbîn, Artuklu û Mehserteyê li gelek noqteyan agir bi zeviyan û dahlan ket. Şevê din li derdora TOKÎ’yê ya navçeya Dêrikê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Ji ber bayê zêde şewat gihişt jîngeha. Komên agirkujiyê û TOMA’yan mudaxileyî şewatê kirin. Ber bi saetên serê sibehê ve şewat hat vemirandin. Xebatên sarkirina herêmê didomin.

Helîkopter li benda çi ye?

Di saetên nîvroyê di navbera navçeyên Artuklu û Nisêbînê de jî şewat derket. Şewat li deverên çiyayî dest pê kir û mudaxileyî şewatê nehate kirin. Hat zanîn ku şewat ber bi gundê Qurdîsê ve pêş dikeve. Hat zanîn ku welatiyan ji bo vemirandina şewatê bi walîtiyê re hevdîtin kiriye û xwestine bi helîkopterê mudaxile were kirin. Walîtiyê gotiye dê mudaxile bikin lê heta niha jî tu helîkopter ji bo vemirandina şewatê li herêmê nehatine veguhestin.

Hat zanîn ku şewata li gundê Kelehê ya Nisêbînê derketî jî belav bû.

 Gund di xetereyê de ne

Îro di saetên serê sibehê de li gundê Zivingê yê herêma Omeryayê jî şewat derket. Komên agirkujiyê û welatiyan mudaxileyî şewatê idkin lê ji ber bayê zêde şewat her ku diçe berfirehtir dibe. Şêniyên gund dan zanîn ku di mercên heyî de mudaxileya heyî têr nake û bang kirin ku ji hewa ve mudaxileyî herêmê were kirin. Ji bo şewat negihije gundan, xebat tên meşandin.

Di serê sibehê de li herêma Zinnarê ya navçeya Artukluyê jî şewat derket. Komên agirkujiyê û gundiyan mudaxile kirin. Ji bar bayî şewat berfireh bû lê dîsa jî hate kontrolkirin. Xebatên sarkirina herêmê didomin.

Agir nêzî gundan dibe

Li gundên Beyrok, Zorava, Fitnê, Xirbêheriyê û Eynteriyê yên Dêrikê jî ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Welatî hewl didin bi derfetên xwe mudaxile bikin. Hat zanîn ku şewat ber bi gundê Qubîkê ve pêş dikeve, şêniyên gundên Rewşadê jî malên xwe diterikînin. Li Dêrikê wesayîtek di nava şewatê de ma û şewitî.