18 Eylül, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li şûna peymanan Tirkiye ji axa xwe derxînin’

Pisporê Ewlehiyê Sefa Asim ragihand ku ‘lihevkirina ewlehiyê’ ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatiye îmzakirin, hêj temam nebûye û got: “Bexda li şûna Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne, peymanê  îmza dike.”

Bi hevkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Federa ya Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê didomin. Êdî êriş û hevkarî aşkere tên kirin. Di navbera Iraq û dewleta Tirkiyeyê de, roj bi roj peymanên li dijî gelê kurd berfirehtir dibin. Herî dawî şandeyek ji Iraqê di 15’ê tebaxê de berê xwe da Enqereyê û civîna çaremîn a ‘mekanîzmaya bi ewlekariya bilind a Tirkiye-Iraqê’ hate lidarxistin. Di vê civînê de ‘lihevkirina ewlekariyê’ di navbera her du aliyan de hate îmzakirin.

Pisporê Ewlekariyê Sefa Asim der barê vê lihevkirina ‘ewlekariyê’ ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji Rojnews’ê re axivî. Asim wiha axivî: “Lihevkirina ewlekariyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatî îmzakirin û hîna temam nebûye. Ji bo wê gelek bendên ku hîna li ser lihevnekirine hene. Lê Bexda li şûna derxistina hêzên dewleta Tirk, li gel wê lihevkirinê îmza dike. Lê ji ber Iraqê dewleta tirk bi hatina xwe ya nav navçeyên Herêma Kurdistanê, şermezar kir hîna civîn berdewam in.”

Sefa Asim destnîşan kir ku îhtimal heye ku di demeke nêz de bi fermana hikûmeta Iraqê artêşa Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê vekişe.

Li gorî lihevkirinê, wê baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Beşîkayê, radestî hêzên Iraqê were kirin. Herwiha li Enqere û Bexdayê jî odeyên şerê li dijî PKK’ê bên avakirin. Di van odeyên şer de, wê Wezîrên Karên Derve yên Iraqê û Tirkiye, Wezîrên Parastinê û serokên rêxistinên îstîxbaratê amade bin.