3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Suriyeyê 23 kes bi nexweşiya kolerayê mirin

Li Sûriyeyê ji ber nexweşiya kolerayê 23 kes mirin, zêdeyî 700 nexweş hene

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, rapora xwe ya heftane ya der barê şewba kolerayê ku di 17’ê Îlona 2022’yan de li bakurê rojavayê Sûriyeyê dest pê kir, aşkere kir. Li gorî raporê ku ji 4’ê Hezîranê heta 10’ê Hezîranê pêk tê, ji 19’ê Îlona 2022’an vir ve ku yekem nexweşî hat dîtin, hejmara şewba bi gumana kolerayê li bajarên Idlib û Helebê yên Sûriyê gihîştiye 92 hezar û 461 kesan.

Heleb û Idlibê

Li gorî vê raporê, 40 hezar û 722 ji wan gumanbarên kolerayê li bajarê Helebê û 51 hezar û 739 jî li bajarê Idlibê hatine tomarkirin. DSO’yê ragihand ku 712 ji van bûyeran di şert û mercên laboratîfê de hatine piştrast kirin. Her wiha hat ragihandin ku ji ber şewba kolerayê 23 kesan jiyana xwe ji dest daye, rêjeya derbasbûna nexweşiyê ji sedî 2 û rêjeya mirinê jî ji sedî 0,02 ye.

Bandor li zarokan bû

Li gorî raporê herî zêde zarokên di bin 5 salî de ji şewba kolerayê bandor bûne. Hat ragihandin ku ji sedî 59,44’ê gumanbarên kolerayê li zarokên di bin 5 salî de hatiye dîtin û ji sedî 50’yê giştî jî li mêran hatine dîtin. Her wiha hat destnîşankirin ku tenê 17 hezar û 29 bûyerên li kampên penaberan û yên mayî jî ji sedî 80 li cihên li derveyî kampan hatine dîtin.

Di raporê de hat bibîrxistin ku erdhejên di 6’ê Sibata 2023’yan de pêk hatin bandor li zêdetirî 11 hezar malbatên Sûriyeyî kir û hat destnîşankirin ku erdhej rewşa tenduristiyê ya heyî xerabtir kiriye.