3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wan, Îzmir û Tekîrdagê edalet xwestin

Çalakiyên malbatên girtiyên nexweş ên Nobeda Edaletê li Wan, Amed, Îzmir û gelek navendên din didomin.

Îzmîr

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan li Baroya Îzmîrê di roja 11’emîn de berdewam kir. Malbatan dovîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê serdana malbatan kirin. Dayikên Aştiyê nêrgizan diyarî malbatan kirin. Behiye Yalçin li ser navê Dayikên Aştiyê axivî û diyar kir ku ew li cem malbatên girtiyan in û got: “Zarokên we zarokên me ne. Edalet ji bo her kesî lazim e. Em jî edaletê dixwazin. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan. Divê edalet bicih were.”
Sultan Yagmekan jî li ser navê malbatên girtiyan axivî û spasiya Dayikên Aştiyê kir. Yagmekan destnîşan kir ku ew ji ber zarokên xwe yên di girtîgehan de bi şev jî ranakevin û xwarin naxwin û got: “Zext li ser zarokên me hene. Her roj bi ser qawîşên girtiyan de digirin û eşyayên wan talan dikin. Heta edalet bicih were em ê têkoşîna xwe bidomînin û li ber xwe bidin.”

Tekîdag

Girtîyên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê 40 roj in li dijî zext û êrişên li ser xwe û binpêkirina mafên xwe ketine greva birçîbûnê. Malbatên girtiyan ji bo daxwazên zarokên wan werin qebûlkirin, li ber girtîgehê civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatên girtiyan ji bajarên Amed, Êlih û Sêrtê jî ku hatine hevdîtina zarokên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiya (OHD) jî piştgirî dan malbatên girtiyan.
Birayê girtî Mehmet Suleyman Ucakan, Kutbettîn Ucakan axivi û destnîşan kir ku li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F’yê ya Tekîrdagê 12 girtî ji17’ê çile de di girevê de ne. Ucakan anî ziman ku girtiyên wan li dijî binpêkirinên mafan, tecrîdê û zextan di greva birçîbûnê bêdawî û bêdorveger de ne.” Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Pişt re parêzerên endamên OHD’ê Vedat Ece û Eda Onal çûn girtîgehê bi îdareya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kirin.

Wan

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan bi heman armancê li Baroya Wanê di roja 75’emîn de berdewam dike. Dayika Malîk Demîragaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin, Emîne Demîragaç, hevjîna Ebedîn Abî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bunyan a Qeyseriyê tê ragirtin, Zubeyde Abî, hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin Dilşah Alkan û bavê Botan Tîmûr ê di heman girtîgehê de tê ragirtin, Kazim Tîmûr di çalakiya îro de cih girtin. Endamên Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê serdana malbatan kirin.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê Azad Kalkan ê di serdanê de axivî, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li her qada Tirkiyeyê diqewimin herî zêde li girtîgehan tên jiyîn û wiha got: “Em zilma li Tirkiyeyê li her qadê bi mirovan didin jiyîn dizanin. Bedela vê ya herî giran jî girtî didin.” Kalkan, destnîşan kir ku girtiyên nexweş tevî rapora “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî nayên berdan û wiha berdewam kir: “Hikumeta ji valahiya pergala edaletê sûdê digire, girtiyên siyasî yên kurd terkî mirinê dikin. Em weke komele her tim li cem çalakiya ku dayikên me dane destpêkirine.”