17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xîzanê şerekî dijwar derket

Operasyona ku li navçeya Xizanê ya Bedlîsê hatibû destpêkirin didome û di çarçoveya operasyonê de şerekî dijwar di navbera leşker û HPG’iyan de derket.

Di 14’ê tîrmehê de li gelek gundên navçeya Xîzan a Bedlîsê “herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin û ev qedexe di 28’ê tîrmehê de bi dawî bû. Tevî bidawîbûna qedexeyê jî qedexeya li ser herêmê bi awayekî fiîlî didome. Bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan li deverên gundan operasyon hate destpêkirin û ev operasyon hê jî didome. Hat ragihandin ku operasyon bi taybet jî li ser çoltarê gundê Hûzeranê û Tuskanê tê meşandin.

Operasyona li herêmê ev meheke didome û di roja 26’emîn a operasyonê de endamê HPG’ê Guven Ozcan (Rêdûr Sîser) jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamya (MA) daye, bi hezaran leşker û cerdevan di operasyonê de cih digirin û duh li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnên li herêma Tuskanê ya li derdora gundên Hûzeran, Xûlepûr û Kekulanê de endamekî HPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku endamê HPG’ê di pevçûnên 25-26’ê tîrmehê de birîndar bûbû û duh di encama bombebarana ÎHA û SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest daye.

Birîna daran didome

Piştî şer û pevçûnên duh, bi hezaran leşker û cerdevanan xwe ji navenda gund vekişandin û li herêma Tuskanê hatin veguhestin. Di heman demê de birîna daran a li Tuskanê didome û quntarên çiyayên herêmê jî bênavber tên bombebarankirin. Bi taybet jî darên findiqan ên li gundê Xûlepûrê bi kemçeyên li herêmê hatine veguhestin ji rih ve tên derxistin. Hat zanîn ku leşkerên li herêmê qadeke daristanê ya mezin ji bo rê birî ye.

2 kes binçav kirin

Duh li gundê Xûlepûrê leşkeran bi ser malan de girt û 2 welatî bi hinceta “Biryara qedexeyê bin pê kirine” binçav kirine. Welatiyê bi navê H.A. li qereqolê hate berdan û tê payîn ku îfadeyê A.A. jî were girtin.