3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Yewnanistanê partiya muhafazakar ji bendewariyan zêdetir deng wergirt

Di encama hilbijartina li Yewnanistanê de Partiya Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Serokwezîr Kyrîakos Mîçotakîs ji sedî 40.8 ê dengan wergirt. Bi vê encamê, partiya muxafazakar ji bendewariyan zêdetir deng wergirt.

Ji bo nûkirina parlamenta ji 300 kursiyan, hilbijêrên Yewnanistanê roja Yekşemê deng dan. Di encama hilbijartinê de Partiya Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Serokwezîr Kyrîakos Mîçotakîs ji sedî 40.8 ê dengan wergirt. Bi vê encamê, partiya muhafazakar ji bendewariyan zêdetir deng wergirt.

Partiya Syrîza ya çepgir jî ji sedî 20 ê dengan wergirt û derbeke giran xwar. Partiya sosyalîst Pasok-Kînal jî ji sedî 11.5 ê dengan bi dest xist.

Mîçotakîs ê muhafazakar êvara Yekşemê serketina partiya xwe weke ‘erdheja siyasî’ pênase kir û işaret bi hilbijartineke nû kir. Tê payin ku hilbijartin dawiya Hezîranê yan jî destpêka Tîrmehê bê kirin.

Partiya Demokrasiya Nû bi vê rêjeya dengan 145 kursî li parlamentê bi dest xist. Ji bo karibe bi tena serê xwe hikumetê ava bike, pêwîstiya xwe bi 6 kursiyên din heye. Avakirina hikumeta koalîsyonê ay bi rêya lihevkirinê, li çanda siyasî ya Yewnanistanê nayê.

Hilbijartinên bê jî wê li gorî sîstemeke cuda ya hilbijartinê were lidarxistin. Partiya bi ser bikeve wê bi qasî 50 kursiyan karibe ‘bonûs’ekê bi dest bixe. Ev jî wê têrê bike ku karibe bi tena serê xwe hikumetê ava bike.