17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li zanîngeha Damenhûr a Misirê tezeke dîrokî ya balkêş

Xwendekarên Zanîngeha Damenhûr a Misirê, der barê rêberên di dîroka modern de Abdullah Ocalan, Nelson Mandela, Omer El Muxtar û Yasir Erefat, lêkolîneke bi navê "Dadgeha Dîrokê" amade kir.

23 xwendekarên Beşa Dîrokê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Damenhûrê ya Misirê ya parzêgeha Behîrayê, lêkolîna xwe ya bi navê “Dadgeha Dîrokê” bi dawî kir. Xwendekaran di lêkolîna xwe de cih da 4 rêberên rizgariya nîştîmanî yên di dîroka modern de.

Lêkolîn der barê têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Nelson Mandela, fermandarê şoreşa Lîbyayê Omer El Muxtar û rêberê siyasî yê filistînî Yasir Erefat de ye.

Lêkolîn li pêşberî xwendekar û profesorên zanîngehê hate gotûbêjkirin. Di lêkolînê de bal kişandin ser dîroka têkoşîna her çar rêberan, ramanên wan û rola wan li hemberî zordestan.

Lêkolîn li ser malperên medya dîjîtal jî hate belavkirin û li ser X’ê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.