17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Shanghai

Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Shanghai

Rêveberiyên welatên Asyayê zêdetirî 3 salan e bi hev re neciviyane, lê Semerqend di nava mehê de dê mazûvaniya lûtkeya Rêxistina Hevkariya Shanghai (Rusya, Çîn, Kazakistan, Ozbekistan, Tacikistan, Kirgizistan, Hindistan û Pakistan) bike ku cara yekeme hemû rêveberên vê rêxistinê dê li hev bicivin. Der barê hatina serokê Çînê Si Jinping de zelaliyek tune bû, ji ber hin sedeman hin çavdêran bawer dikir ku ew ê Pekînê neterikîne heta Kongreya Partiya Komunîst a ku ji bo nîvê meha cotmehê hatiye plankirin, lê hat ragihandin ku rêberê Çînê jî dê beşdarî civînê bibe.

Civîna Si û Pûtîn dibe civîna wan a duyem a îsal, her wiha ya yekem jî di destpêka operasyona li Ukraynayê de pêk hatibû. Serokwezîrê Hindistanê Modî û serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf wê cara yekem li Samerqendê bicivin. Ji bo diyaloga van herdu welatên cîran ku zêdetir têkiliyên wan ên aloz hene RHS dibe platformek girîng. Li Ozbekistanê, G-8 a RHS’ê dê bi têketina Îranê re bibe G-9. Lê rêxistina “nehê” dê demek dirêj nemîne. Jixwe wê niyeta xwe ragihand ku dest bi prosedûra veguhestina Belarûsyayê ya ji bo endamên tam ên RHS’ê bike. Her tişt dê li wir nesekine – çend welatên din, tevî yên pir bibandor dixwazin beşdarî RHS’ê bibin.

Di van salên dawî de ji bo rêxistinê çar çavdêr hebûn (ew wek namzedên endamtiyê ne), lê niha jixwe Îran endamê rêxistinê ye, Belarûsya dest bi pêvajoya veguhestinê dike, lê Afganistan û Mogolistan dimînin. Berê hebûna leşkerên amerîkî li welat astenga sereke bû ji bo tevlêbûna Afganistanê, niha ev pirsgirêk nemaye – ji ber vê yekê pejirandina wê ji bo endamtiya RHS bêguman dê çêbibe, her çend ne yekser û ne niha, piştî aramiyê û avakirina sîstemeke kontrolê ya aştiyane (bi alîkariya welatên RHS). Mongolya di her kêliyê de dikare bibe beşdarek tam – yek ji welatên endam îtiraz tune, lê berî ew bixwe dudil bû tercîh kir ku çavdêr bimîne.

Lê mezinbûna tansiyona gerdûnî dê bandorê li pozîsyona Ulanbator jî bike – nexasim vê rastiyê ku rêza kesên ku dixwazin beşdarî RHS bibin dibe ku serokatiya Mongol jî bike ku çalaktir bibe.

Berê jî kesên ku dixwestin tev li RHS bibin hebûn, lê îsal ji gotinê derbasî kirinan bûn. Ev ne tenê li ser welatên ku di nav “hevkarên diyalogê” de bûn her wiha wek formateke din a danûstendinê: Ermenistan, Azerbaycan, Kamboçya, Nepal, Srî Lanka, Tirkiye, Qatar, Misir, Erebistana Siûdî jî hene. Sê welatên dawîn beriya salekê ev statu wergirtibûn, lê jixwe dixwazin wê zêde bikin. Yanî bibin çavdêr, ji bo ku piştre bi temamî tevlî rêxistinê bibin. Sûriye û Myanmar jî dixwazin tev li wê bibin û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî jî xwestin ku demildest wan wek endamên RHS qebûl bikin. Ev yek ne mumkun be jî, bi serê xwe behsa eleqeyeke zêde ya ji bo rêxistinê dike.

Sedemên vê yekê diyar in: her çend pêvajoya yekbûna cîhana ne rojavayî di deh salên borî de bi domdarî geş dibe, lê ji destpêka sala 2020’î ve her tişt bileztir bû. Pêşî Covid ku bû sedema qeyraneke gerdûnîbûnê, dû re operasyona li Ukraynayê neçar kir ku Rojava pirsê bi aşkerayî bike: Ê ku di siyaseta dorpêçkirina Rûsyayê de bi me re nebe bi Pûtîn re ye. Paşê jî provokasyona pirsgirêka Taywanê li perspektîfên normalkirina têkiliyên di navbera rojava û Çînê zêde bûn. Hemû cîhan neçar e ku biryarê bide: kî bi kê re be? Ji ber vê yekê Recep Tayyîp Erdogan dê biçe Samerqendê û dibe ku Welîadê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman jî biçe. Di vê rewşê de, “neh” RHS dê her çend ne fermî be jî, bibe “klûba 11”, ango platforma ku Rûsya, Çîn, Hindistan û çar welatên herî girîng ên cîhana îslamî li hev dicivin.

Belê, van welatên îslamî di navbera xwe de (bi taybetî yên Siûdî-Îranî) xwedî têkiliyên herî hêsan nînin, lê berê rojava bi awayekî aktîf nakokiyên wan di lîstika xwe ya cîhanî de bikar anî. Rûsiya û Çîn ne eleqedar in ku misilmanan bînin hemberî hev, lê bi beşdarkirina wan di avakirina nîzameke nû ya cîhanê ya piştî rojava de pêşengtî bikin. Eger sê hêzên mezin – Rûsya, Çîn û Hindistan – di xebata xwe ya li ser nîzameke nû ya cîhanê, bi cîhana îslamî re peywendiyên stratejîk ava bikin û bi serkevin, wê demê ev yek dê bibe wek biryara dawîkirina projeya serdestiya cîhanî ya Anglo-Sakson.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê