8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat 184 roj in li edaletê digerin

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amedê dane destpêkirin di roja 184’emîn de ye. Malbatên girtiyan li pêş avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) civiyan. Endam û rêveberên MED TUHAD-FED’ê, TÛAY-DER’a Amedê, MED-DER, OHD Û DBP tev li daxuyaniyê bû.  Girseyê dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî diyar kir ku 7 meh in di nobeta edaletê de ne û wiha got: “Me ferq û cudahiya girtiyan nekir û bang li wijdana raya giştî kir û dest bi çalakiya xwe kir. Lê piştgiriya ku em li bende bûn hêj nehatiye dayîn. Hin kes hatin berdan. Lê ji bo xizmên me tu çareserî nehate pêşxistin. Em daxwazên xwe dubare dikin û di daxwazên xwe de bi israr in.”

Merwanî, anî ziman ku girtî tên ber mirinê û piştre tên berdan û got: “Di vê rewşê de tedawiya girtiyên nexweş jî nayê kirin. Em westiyan lê em ê her tim daxwazên xwe bînin ziman. Kî çi bike bila îro bike. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş ne baş e. Rewşa bavê min jî nebaş e. Me weke malbatên girtiyan tenê behsa girtiyên xwe nekir. Ev pirsgirêk ne tenê ya me ye pirsgirêkeke civakî ye.”