26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat: Destûr nedan em Ergûn bibînin

Cengîz Akdogan ê ku birayê wî Ergûn Akdogan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku rayedaran destûr nedan birayê xwe bibînin û got: “Em dixwaçin hemû girtiyên nexweş berdin.”

Ergun Akdogan li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê dihat ragirtin û 27 sal in girtî bû, di 13’ê gulanê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Bajar Tekîrdagê. Piştre jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Çam Şukura ya Başakşehîrê ya stenbolê kirin. Akdogan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da.

Akdogan, bi hinceta çalakiyên piştî Komkujiya Gaziyê ya 12’ê Adara 1995’an dest pê kirin û zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hatibû binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê biribû. Di vê pêvajoyê de li gelek girtîgehan hate ragirtin û herî dawî jî şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê. Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Akdogan ê 27 salan girtî 3 sal mabûn ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin.

Nexweşiyên rûçik ên Akdogan hebûn û beriya aloz bibe ji hevalên xwe re wesiyet kiribû ku organên wî bidin kesên din. Organên Akdogan ê mejiyê wî mirî, piştî rizaya malbata wî hatin bexşkirin.

Kekê Akdogan, Cengîz Akdogan têkildarî mirina birayê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Akdogan, da zanîn ku rayedaran destûr nedan li nexweşxaneyê birayê xwe bibînin û wiha got: “Birayê min di sala 2017’an de bi nexweşiyeke rûçik ketiye. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn. Rêveberiya girtîgehê di 13’ê gulanê de li xwişka min geriyan û gotin; ‘Kekê we ketiye, rakirin nexweşaneyê.’ Li ser vê agahiyê li nexweşxaneyê geriyam lê agahî nedan. Piştre hatim Tekîrdagê û gotin ku sewqî Girtîgeha Bajar a Çam Sakura ya Başakşehîrê hatiye kirin. Dema hatim Stenbolê jî gotin ku girtin emeliyatê. Me xwest wî carekî bibînin lê destûr nedan. Piştre bijîşk got ku mejiyê wî miriye. Nehiştin em hev bibînin û ji bo vê her cure zehmetî derxistin. Ji kesekê mejiyê wî mirî tirsiyan.”

Bi domdarî Akdogan anî ziman ku birayê wî ji hevalê xwe yê qawîşê re gotiye; “Heke ez nexweş bibim organên min bexş bikin.” Akdogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birayê min organên xwe bexş kirin. Jixwe me jî ev dixwest. Ji bo birayê min nebû hêvî qet nebe bila ji kesên din re bibin hêvî. Lê tevî her niyetekî me ya baş jî tehliyeya birayê min û hevalê wî taloq dikin. Sedema vê jî grevên birçîbûnê ne. Ji ber ku girtî mafê xwe yê protestoyê bi kar tînin, tehliyeyên wan taloq dikin.”

Akdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar li dijî girtiyên siyasî cotstandartiyê dike. Em dixwazin darazeke bêalî û serbixwe hebe. Em naxwazin tiştên me jiyayîn tu kes bijîn. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Ev daxwaza me ya sereke ye. Birayê min yek ji girtiyên nexweş bû. Heke bihata berdan belkî niha sax bûya. Tiştekî wiha bi serê me hat qet nebe bila bi serê tu malbatên din neyê. Lewma divê tavilê girtiyên nexweş bên berdan.”

ÇAVKANÎ: MA/Ferhat Sezgîn