3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata girtî Yildirim serî li OHD’ê da

Malbata girtî Hasan Huseyîn Yildirim têkildarî îşkenceya ku gardiyanan li kurê wan kiriye, serî li OHD’ê da

Li Girtigeha Ewlehiya Bilind a Hejmar a 1 a Xarbêtê, gardiyanan di 21’ê tebaxê de êrîşî girtî Huseyîn Yildirim kirin û ew di îşkenceyeke giran re derbas kirin. Girtî Yildirim di heman rojê de bi telefonê li malbata xwe digere û îşkenceya ku gardiyan lê kiriye ji malbata xwe re radigihîne. Li ser vê agahiyê malbat di 23’ ê tebaxê de bi girtî re hevdîtina vekirî dike. Piştî hevdîtina bi Yildirim re malbatê di 9’ê îlonê de têkildarî îşkenceya ku lê hatiye kirin serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê da.

Dayika Yildirim Songul Yildirim, der barê mijarê de axivî û agahî dan rojnameya me. Dayik Yildirim, diyar kir ku gardiyanan îşkence li kurê wê kiriye û ev tişt got: “Gardiyanan bi pişt ve destê wî kelemçe kirine û birin odeya midurê girtîgehê. Bi qasî 10 gardiyanan bi hev re êrîşî Huseyîn kirine, serî wî li dîwaran xistine û bi piya rabûne ser pişta wî. Dema hevdîtinê nikaribû li ser linga û runiştî bisekine û dest û milên wî werimandîbûn.”

Li ser serlêdana malbata Yildirim, OHD’ê jî der barê mijarê ragihand ku ji bo mijarê di cih de lêkolîn bikin û bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin wê biçin girtîgehê.