7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Guler a payîz lê hatî!

Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş hene û zilmeke mezin li wan tê kirin. Ev girtî ne tên dermankirin û ne jî ji bo tedawiyeke baş tên berdan. Beriya deh mehan malbatên van girtiyan bi daxwaza berdanê Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dest bi nobedên edaletê kirin. Heta niha hikûmeta AKP-MHP’ê tu bersiveke erênî nedaye malbatên girtiyan û ji ber vê jî nobeda malbatan hê jî didome.

Li Amedê, em bi çalakgera nobeda edaletê xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî Guler Altindag re hatin gelhev. Çîrokeke gelek biêş a malbata Guler heye. Încî Guler, li mala xwe ya li Bayramoglû ya navçeya Rezan çîroka malbata xwe bi hûrgulî bi me re parve kir. Malbata Guler ji gundê Delîtê yê navçeya Pasûr a Amedê ye.

Tirsa ji bêtêlê!

Guler, bi gotina, ‘em malbateke welatparêz in û ji ber vê fêmber bûme nebûme zexta dewletê li ser malbata min heye’ dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku ji ber apê wê Yûsûf Guler xebatên DDKD’ê meşandiye ji salên 1980’yî ve dewletê bi ser mala wan de girtiye. Li gorî vegotinên Guler, gelek caran apê wê tê girtin û îşkence lê tê kirin; gelek caran wî di ser caman de dimeşînin û caman pê didine xwarin.

Malbata Guler 4 jê kur û 3 jê keç bi giştî 7 zarokên wan çêdibin. Keça wan a mezin di zarokatiya xwe de bi pençeşêrê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Kurê wan ê navîn Abdulsamet Guler piştî ku leşkeriyê dike û vedigere malê di sala 1990’î de tev li PKK’ê dibe. Piştî ku Abdulsamet tev li PKK’ê dibe dewlet zilma xwe ya li ser malbata Guler zêdetir dike.

Wî ji bavê wî dixwazin!

Li Pasûrê çi bibe ji malbata Guler tê zanîn û bi ser mala wan de tê girtin. Di van salên ku Abdulsamet tev li nav refên PKK’ê dibe de birayê wî Abdulselam ku niha girtiyê nexweş e û xwişka wî Încî Guler ji bo wî nobeda edaletê digire. Abdulselam bi xwendina xwe re li Pasûrê xebatên kurdperweriyê jî dike û ji ber van xebatên xwe ew jî dikeve hedefa dewletê. Fermandarê bi navê Recep Comert daxwaza wî ji bavê wî Îlhamî Guler dike û dibêje ku heke kurê xwe radestî wan bike dê wî bişînin Îzmîrê û bikin midur.

Li meydana gund kom dikin

Di sala 1992’yan de li Pasûrê êrîşeke mezin pêk tê û di encama vê êrîşê de TEKEL’a Pasûrê tê şewitandin û dadger û dozgerên Pasûrê jî tên kuştin. Piştî vê êrîşê leşker bi hinceta ku kurê wî tev li PKK’ê bûye bavê Guler Îlhamî Guler ku xebatkarê TEKEL’ê ye binçav dikin û li navçeyê bi çekên giran êrîşî dikan û malan dikin. Di encama êrîşê de gelek mal û dikan tên şewitandin. Piştre leşker ji dûr ve bi heman rengî êrîşî gundê Delîtê jî dikin. Piştî êrîşê bi hezaran leşker bi dehan maşîneyên zirxî bi ser gund de digirin û bi jin û zarokan ve hemû gundiyan li meydana gund kom dikin. Dema ku leşker bi ser gund de digirin û dibînin ku gundiyan xwe ji êrîşên wan parastiye ji gundiyan re vî tiştî dibêjin: “Ka li ermeniyan binêrin me digot em ê biçin cendekê wan berhev bikin lê tiştek bi wan nebûye.” Piştî axaftin û “daxwazên” ku ji gundiyan dikin agir berî malan didin û mala Guler û gelek malên din dişewitînin.

Guler tê girtin

Dema ku ev êrîşên leşkeran pêk tên Abdulselam Guler ji gund dertê û derbasî Amedê dibe û bavê wî Îlhamî Guler jî tê girtin û dişînin Girtîgeha Amedê. Di sala 1993’yan de ji ber van zextan malbata Guler derbasî navenda Amedê dibe û li mala kurê xwe yê mezin Serhat Etman Guler bi cih dibe. Li vir polîs bi ser malê de digirin û di 22 saliya wî de Abdulselam Guler binçav dikin û piştî îşkenceya ku 40 rojî lê tê kirin tê girtin. Ji vê rojê ve Guler 29 sal in girtî ye.

Încî Guler, da zanîn ku dema çûna hevdîtina yekemîn a birayê xwe ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin hevdîtinê pir dirêj nekirine û wiha got: “Şopên zincîrên ku pê hatibû daleqandin li ser laşê wî hebûn. Laşê wî reş û şîn bûbû. Pêyek datanî yekê hiltanî.”

Birayê Guler tev li PKK’ê dibe

Piştî 4 mehan bavê Guler Îlhamî Guler tê berdan. Guler piştî ku tê berdan mala xwe ya ku berî bê girtin dest bi lêkirina wê kiribû temam dike û bi hevjîn û zarokên xwe re derbasî vê malê dibe. Li vê malê jî timî polîs bi ser mala wan de digirin. Xwişka Guler Canan Guler di encama van serdegirtinan de di sala 1997’an de tê girtin û 4 salan girtî dimîne.

Her wiha polîs timî li birayê Guler Esat Guler jî didin û wî ji dibistanê sar dikin. Tevî vê jî di sala 2000’î de Esat Guler zanîngehê qezenç dike û piştî ku mehekê diçe zanîngehê biryar dide ku bi komek hevalên xwe re mîna kekê xwe Abdulsamet tev li nav refên PKK’ê bibe. Lê berî ku vê mexsada xwe bibe serî li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve tê girtin. Îran wî radestî Tirkiyeyê dike û tê girtin. Piştî ku sal û 9 meh girtî dimîne tê berdan û careke din tev li PKK’ê dibe.

Ferdên malbatê yek bi yek kêm dibin

Di vê navberê de kurê wan Abdulsamet Guler ku di sala 1990’î de tev li PKK’ê dibe di sala 1996’an de şehîd dibe. Esat Guler ku ew jî piştî kekê xwe Abdulsamet tev li PKK’ê dibe di sala 2007’an de li Çiyayê Kato şehîd dibe. Bavê wan Îlhamî Guler jî piştî tevlîbûna herdu kurên xwe ya PKK’ê di sala 2006’an de krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Piştî şehadeta herdu birayên xwe û mirina bavê xwe Serhat Etman Guler jî bi pençeşêrê dikeve û di sala 2009’an de jiyana xwe ji dest dide.

Herî dawî jî dayika Guler Nûriye Guler ku piştî tevlîbûna kurê xwe Esat a PKK’ê felç dibe û ji ber felcê 17 salan nikare biçe serdana kurê xwe Abdulselam, piştî 17 salan ku tenê çend caran kurê xwe dibîne, di sala 2016’an de ew jî êdî hew dikare barê êşên ku dikişîne hilbigire û jiyana xwe ji dest dide.

Lîmona destê neyar

Încî Guler, piştî ku vê çîroka biêş a malbata xwe vegot, der barê rewşa birayê xwe yê girtî Abdulselam Guler ku ji bo wî nobeda edaletê digire axivî û diyar kir ku nexweşiya dil bi birayê wê re heye û wiha got: “Bi hinceta pandemiyê 2 salan nehiştin em bi girtiyên xwe re hevdîtin bikin. Piştî du salan dema ku çûm hevdîtinê min dît ku rewşa birayê min ne baş e. Mirov mirina xwe dixwaze ya birayê xwe naxwaze. Em 3 xwişk û 4 bira bûn lê niha tenê birayek me maye û em herdu xwişk mane. Ew jî nexweş e. Heta ku bi min bibe ez ê ji bo birayê xwe û hemû hevalên wî têbikoşim. Weke malbat me gelek zehmetî dît. Dema ku pirsa birayê min ji dayika min dikirin ev tişt digot, ‘Lîmona destê neyar e. Kingê bê hesabê wan wê wî biguvêşin’. Îro em dibînin ku birayê me diguvêşin. Wan di ser hev de dihêrin.”

Gazinên li partiyên siyasî

Guler, destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku xwişk û birayên wan neyên kuştin û ev gazin li partiyên siyasî û gel kir: “Lê çawa ku hikûmet ji daxwazên me re bêdeng e wisa partiyên siyasî jî ji daxwazên me re bêdeng in. Gel jî dengê me dibihîze lê li ba me nîne. Divê partiyên siyasî baş bizanibin ku tiştên îro tînin serê me wê sibê bînin serê wan jî. Divê hikûmet ewqas zalim nebe. Dibe ku bi çavên neyaran li zarokên me binêrin. Lê qanûnek neyartiyê jî heye. Divê hikûmet hiqûq û qanûnên xwe guhdar bike.”

Banga li malbatên girtiyan

Di berdewamê de Guler, ji bo daxuyaniya Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag der barê girtiyên nexweş de jî ev nirxandin kir: “Em hêvî dikin Wezîrê Edaletê dev ji bêwijdaniya xwe berde û ji bo girtiyên nexweş qanûnan biguherîne. Beriya niha ji bo girtiyên Ergenekonê qanûnan sererast kiribûn û yek girtiyekî girtî nehiştin. Heke îro dixwazin ji bo girtiyên nexweş hin sererastkirina bikin divê cihêkariyê nekin. Heke guhertinên ku dibêjin pêk neynin em ê piştî vekirina meclisê berê xwe bidin Enqerê û li ber derê Wezareta Edaletê dest bi çalakiyê bikin. Ez bang li malbatên girtiyan dikim. Heke em li girtiyên xwe xwedî dernekevin wê tu kes li girtiyên me xwedî dernekeve.”