2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kiribû nayê girtin?

Malbata Şenyaşar di roja 837’emîn a Nobeta Edaletê de ev peyam da: “5 sal derbas bûn. Tevî ku parêzbendiya kesê komkujiya li nexweşxaneyê organîz kirî û nehiştî hêzên ewlekariyê karê xwe bikin rabûye jî çima hêj girtî nîne?”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 837’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe, nobet li navçeya Pirsûsê li mala xwe domand.

Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Di peyamê de wiha bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hate kirin: “5 sal derbas bûn.  Tevî ku parêzbendiya kesê komkujiya li nexweşxaneyê organîz kirî û nehiştî hêzên ewlekariyê karê xwe bikin rabûye jî çima hêj girtî nîne! Fadil Şenyaşar ku bav û du birayên wî hatin qetilkirin, li ser fermana serdestan ev 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin! Ma ev edalet e?”