Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 761’ê de berdewam dike.
Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyam parve kir. Di peyamê de wêneyê bi Fadil Şenyaşar re li girtîgehê hatiye kişandin hat parvekirin û wiha hate gotin: “Dil, dema di heman rêyê de dimeşin dibin yek. Divê em bikevin rêyeke ku em tevek bi hev re dimeşin. Ew rê jî bila rêya edaletê be. Gelo hûn li gel me ne ku em bi hev re derseke edaletê bidin? Têkoşîna me di roja 761’an de berdewam dike.”