4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin

 Di roja 719’an a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê de malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyameke wiha belav kir: “Heke li cihekî tekoşîn hebe li wir hêvî jî heye. Li Rihayê li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê ser bikevin.”

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’î de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 719’an de dewam dike.

‘Têkoşîn hebe hêvî jî heye’

Ji ber ku roja şemiyê edliye girtiyê malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Heke li cihekî tekoşîn hebe li wir hêvî jî heye. Ked û piştevaniya jinan li ku hebe teqez serkeftin li wir heye. Li Rihayê li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê ser bikevin.”