17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye

Malbata Şenyaşar a ku nobeda xwe ya edaletê di roja 670'emîn de berdewam dike got: “Tawanbar xwe li pişt Ak Partiyê veşartiye.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de hatibûn hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Ji ber ku îro edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê di roja 670’emîn de çalakiya xwe didomîne.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Xelatên ku didin me ji bo daye dibe moral. Lê belê rûyê daye nakenîne. Dayê du sal in li ber deriyê edliyê ye, lawê wê jî 4 sal û nîv e bi ‘fermana serdestan’ girtî ye. Tawanbar xwe li pişt Ak Partiyê veşartiye. Dozgerên komarê wezîfeya xwe pêk nayînin.”