4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Têkoşîn mifteya edaletê ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê îro ji bo çalakiya nobeta roja 799’an ev peyam da: “Têkoşîn, nifteya edaletê ye. Silav ji bo kesên li hemberî zilmê dengê xwe derdixînin.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xilas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 799’an de dewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê bi pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” dest bi nobeta xwe kir.

Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîn, nifteya edaletê ye. Her tiştek ji bo jiyaneke birûmet e. Têkoşîna me ya li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 799’an de berdewam dike. Silav ji bo kesên li hemberî zilmê dengê xwe derdixînin…”