2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan: Bijî berxwedana zindanan

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş bi çalakiyên cuda didomin.  Malbatên girtiyên nexweş di 16’ê mijdara 2021’ê de li Baroya Amedê dest bi çalakiyên Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 108’an de berdewam dike. Malbatan piştî 100 rojan li Baroya Amedê nobed  girtin, niha li pêş Edliye, ATK û girtîgehan bi dorveger çalakiyên xwe berdeqam dikin. Malbatên girtiyan êdî li qadan ji bo edaletê daxwazên xwe tînin ziman. Malbatan îro li ber deriyê dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Komeleya Jinan a Rosa, MED-DUHAY-DER, OHD, DUHAY-DER, tev li daxuyanî bûn. Polîsan dîsa nehişt ku rêveberên van saziyan tev li daxuyanî bibin.

Di çalakiyê de xwişka Abdulsena Ada Reşahad Ada axivî û wiha got: “Îro 108 roj in em di “Nobeda Edaletê” de e. Em dibêjin bila êdî zext û zoriyê li zarokên me nekin. Bila cenazê zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Em edalet, wekhevî û mirovahiyê dixwazin. Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler jî anî ziman ku di girtîgehan de zor û zilm heye û wiha got: “Eger ku ji me bawer nakin bila komîteyeke serbixwe ava bikin û îşkenceya heyî bibînin.”

Herî dawî Dayika Ciwan Boltan Nazime Boltan jî hersê xwe anî ziman û wiha got: “Bila zorekên me berdin. Em êdî wan derman bikin. Çima nahêlin ku gel piştgirî bidin me. Em dibêjin heq, huqûq, edelat û dirûşmeya “Heq Huqûq Edelet” berz kir. Piştre komê bi dengê bilind dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zîndanan” berz kirin û belav bûn.