4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Masiyên ber gîsin

Sitî dibêje; “Te aqil winda kiriye masî û zevî. Temir dibêje heyran me bi hev re dît kom kir ji bona Xweda.”  Sitî dibêje; “Hewar zilamê min dîn bûye û hewar.”

Rojekê li dîwanekê cînar û civaka wan li hev du kom bûne, serpêhatiyên xwe ji hev re dibêjin. Jin, zilam û ciwan li dîwanê ne, hin kes dibêjin hunera zilaman li pêşe hin jî dibêjin a jinan. Gelek kes dibêjin huner û fikrên jinan zêde ne.

Bi vî awayî dîwan belav dibe her kes diçe mala xwe. Zilamek ji xwe bawer di gund de di ser xwe re kesî nabîne. Navê wî Temîr e ji hevjîna xwe re dibêje; “ Xanim te ji wan canik û camêrên li dîwanê bawer kir ku feraseta jinan ji ya zilaman zêdetire.”  Hevjîna wî dizane ku Temir gelek vê gotana camêran li xwe bar kiriye û pê nexweş hatiye. Navê hevjîna wî Sitî ye. Sitî ji hevjînê xwe re dibêje; “Camêr tu zilamekî biaqilî guh nede gotinên wan.”

Bi vî awayî Temir bêhna wî tê ber. Rojek du roj derbas dibin Temir diçe cot. Ji hevjîna xwe re dibêje; “Ez li filan derî cot dikim, tu nanê min ê nîvro bîne wir.” Sitî çend masiyan di bêrîk û paxila xwe bi cih dike. Nanê Temir dide destê xwe û diçe cihê ku lê cot dike.

Temir dibêje; “Xanim tu bi xêr hatî li mal heya cînar û civak çi heye çi tune ye. Sitî dibêje; “Baş in tu kêmasî nîne.” Temir ga û cot girêdide dest bi korza zeviyê dike. Sitî dibêje Temir ka ez jî li kêleka te bi te re bimeşim li ber cot. Temir maça cot girtiye Sitî jî wan masiyan carê yekê derdixe davê xeta cot. Bi vî awayî çend serî diçin û tên. Dema ku Temir dibîne, masî li ber gîsinê cot di xeta zeviyê de derketine ji hevjîna xwe re dibêje; “Ka binhêre masî di xeta zeviyê de derketin ya star. Sitî dibêje; “Temir ev zevî di bin de dide der dibe ku av hebe. Temir dibêje; “Ka were em masiyan kom bikin, lê ji tu kesî re nebêje.”

Van masiyan dibe malê ji me re çêbike em ê şîvek xweş îşev bixwin. Sitî masiyan kom dike, yek yek ji xeta cot derdixe û berê xwe dide malê. Sitî wan masiyan davêje nav avê û winda dike. Dibe êvar Temir bi dilek xweş tê malê. Dest û rûyê xwe dişo pal dide û dibêje; “Xanim ka wan masiyên ku ji zeviyê derketibûn, bîne em bixwin.”

Temir darek digire û êrîşî wê dike. Cînar gundî tên, heyran vê şeva han we xêre sedem çi ye. Sitî dibêje; “BilaTemir ji we re meselê bibêje.”

Temir dibêje; “Gelî cînaran îro min cot dikir, Sitî hat bal min ew ê bixwe jî dît ku masî ji xeta cot derketin. Min got ji me re bipijîne heya ez êvarê werim. Ji min re dibêje tu dîn bûyî.”

Rûsipî û cînar dibêjin; “Birayê delal here cem mele, Qazî, Pîr û Dedeyan. Bila ji te re bixwînin te aqil windakiriye.”

Sitî dibêje; “Gelî cînaran canik û camêran zilamê min rast dibêje, ewan masiyan min yek yek avête xeta cot. Di dîwanê de gotin huner û feraseta zilaman ji ya jinan zêdetir û mezintir e. Min vê şanoyê çêkir lê hevjînê min gelek saf temiz bawer kir. Hevjînê min ne dîne mirovek qenc û delal e.” Li ser vê gotinê cînar û Temir matmayî man û bi heyranî li Sitî mêzekirin ku çawa vê hunerê çêkir. Temir dibêje; “Xanim bi Xwedê min dest li ber te danî. Ez şaş bûm min digot qey zanebûn para zilaman e lê te dersekî xweş da me. Tiştê ku min nas kir ew e ku divê zilam û jin di warê erênî û rastiyê de hevdu qebûl bikin.”