2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mauro Palma: Divê saziyên Ewropayê bikevin tevgerê

Serokê CPT’yê yê berê Mauro Palma bal kişand ser tecrîda li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku divê saziyên venêrînê yên Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê

Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Miameleya Xerab a Ewropayê (CPT) yê berê Mauro Palma, têkildarî şert û mercên tecrîdê yên li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên ferzkirin nameyek nivîsand. Palma, di nameya xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di nava tecrîda mutleq de tê ragirtin.

Palma, da zanîn ku Abdullah Ocalan di tecrîdê de tê ragirtin û destnîşan kir ku ji bo standartên saziyên venêrînê yên Ewropayê li parzemînê ji bo her kesî xistiye meriyetê ji bo rewşa Abdullah Ocalan jî bikevin meriyetê, hewceye bixe rojeva xwe. Di heman demê de Palma got ku divê venêrînên yekser pêk bên.

Palma kî ye?

Mauro Palma di navbera salên 2007-2011’ê de serokatiya CPT’yê kir. Her wiha di venêrînên saziyê yên li Girava Îmraliyê de di nava şandeyê de cih girtibû. Palma niha Serokatiya Navenda Girtîgehên Ewropayê ya Zanîngeha Tre ya Romayê dike. Mauro Palma di heman demê de Endamê Desteya Rêveberiya Enstîtuya Lêkolînên Felsefeyê ya Îtalyayê ye.