18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MEBYA-DER’ê kesên dewletê ew li Cizîrê kuştibûn bi bîr anîn

MEBYA-DER'ê 288 kesên ku di sala 2015'an li navçeya Cizîrê hatibûun kuştin bi bîr anî û ev tişt got: “Polîtîkayên dijminatiya li kurdan ji aliyekî ve mirovan dikujin û li aliyê din jî cih û warên mirovan tên şewitandin û hildiweşandin."

Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo 7’emîn salvegera qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû îlankirin li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da çapemeniyê. Malbatên kesên di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dane, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Beriya daxuyaniyê avahiya HDP’ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de pankarta  “Em ê dorpêça 14’ê Kanûnê ya Cizîrê ji bîr nekin” hat vekirin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê MEBYA-DER’ê Serhat Kuçuk ve hat xwendin. Kuçuk, da zanîn ku di qedexeyan de gelek kes hatin qetilkirin û wiha got: “Di qedexeya 3 mehan a li Cizîrê de kal, ciwan, jin û zarok jî di nav de nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi hezaran xanî xera bûn û bi deh hezaran kes neçar man koç bikin.”

‘Êşên nû li malbatan zêde kirin’

Kuçuk, anî ziman ku bi sekinandina cenazeyan, li malbatan îşkence hatiye kirin û wiha domand: “Malbatên ku xizmên wan di qedexeyan de hatin kuştin, bi rojan nikarîn xwe bigihînin cenazeyên wan. Bi dehan cenaze bêyî ku malbatên wan zanibin li goristana bêkesan hatin definkirin. Dîsa tevî mînakên DNA’yê jî bi hincetan cenaze bi mehan li morgan hatin ragirtin. Êşeke nû li êşa malbatan zêde kirin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Serhat Kuçuk, anî ziman ku 7 sal di ser qedexeyan re derbas bûne lê hêj kujer nehatine darizandin û ev tişt got: “Ji îro pê ve 63 doz li Dadgeha Destûra Bingehîn hene. Ji ber ku tedbîrên navxweyî qediyan 6 dosya dê ji DMME’yê re bên şandin. Pêvajoyên neşopandinê yên 30 dosyayan berdewam dikin. Ji ber ku 8 dosya li hev nehatin, derbarê wan de tu kirarî nehatin kirin. Pêvajoya 20 dosyayan didome. Hemû sûcên ku di pêvajoya ablûkayê de hatin kirin, ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatine meşrûkirin, em ê tu carî van pêvajoyên darizandina neheq qebûl nakin. Heta darizandineke adil û berpirsyar li pêşberî daraza serbixwe pêk neyê û cezayê ku heq dikin negirin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo hiqûq û edaletê bidomînin. Em ji vir careke din bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûqî ya gelê Cizîrê. Bila sûcdar hesab bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “şehîd namirin” bi dawî bû.