3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclis dê vîna jinan biparêze

Jinan ligel her cûre êrîşan karûbarên xwe yên xurtkirina rêxistinbûnê didomînin. Yek jî wan xebatan, pêkhatina 2’yemîn Kongreya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê bû. Bi kongreyê xebatên nû dan pêş xwe.

Jinên ku ji Şoreşa Rojava re pêşengtî kir,ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad di her qadên jiyanê de cih girtin, bûn pêşeng û aktorên esasî yên civakê. Hem di nav xebatên giştî de bûn dengê jinan û hem jî bi xebatên xweser hêza xwe ya rêxistinbûnê mezin kirin.

Jinan ligel her cûre êrîşan karûbarên xwe yên xurtkirina rêxistinbûnê didomînin. Yek jî wan xebatan, pêkhatina 2’yemîn Kongreya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê bû. Hefteya borî li Helebê kongre bi dirûşma “Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekiîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin” pêk hat. Di kongreya ku bi beşdariya 250 delegeyan pêk hatî de nîqaşên girîng hatin kirin, pirsgirêkên jinan hatin ziman û plansaziya dema pêş hat nîqaşkirin. Her wiha di kongreyê de li gorî pêkhate û erdnegariyê hejmara koordînatorên meclisê hat zêdekirin.

Gulan Silêman a kurd, Fenar Îsa Abo ya suryan û Rîhab Îbrahîm Îbrahîm a ereb e wek endamên koordînasyonê hatin bijartin. Ev yek pirrengiya têkoşîna azadiyê û vîna jinan nîşan dide.

Ligel salên ku derbasbûyî de jinan gelek êş keşand, lê beramberê vê yekê jî têkoşîneke mezin dan. Bi têkoşînê jî li Rojava gelek destkeftiyan bi destxistin.

Yekineyên xweparastinê, komîte, meclis û hwd. di her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin kirin. Hem di xebatên giştî de û hem jî di xebatên xweser de cih girtin. Ev yek di kongreyê de yek bi yek hatin nirxandin. Her wiha ligel serkeftinan jî kêmasiyên ku derketin holê jî hatin destgirtin. Di nîqaşên ku hatin kirin de jinan di mijara mezinkirina têkoşîna azadiya jinê de bûn yek. Di axaftinan de li ser girîngiya rol û mîsyona jinan hat rawestandin û hat diyarkirin ku ya ku civakê re bibe pêşeng jî jin e. Di kongreyê de gelek pêşniyar hatin kirin ya ku zêde hat ser ziman jî avakirina yekitiyê bû. Ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê û mezinkirina têkoşîna azadiya jinan tişta hewce dike jî yekitiya jinan e.

Jinan biryarên wekî “Têkilî bi hemû jinan re bi taybet bi jinên li herêmên dagirkirî re were danîn. Li dijî siyasetên li hemberî jinan, mezinkirina asta têkoşînê. Plansaziyeke berfireh ji rêxistinên jinan re were danîn û rola jinan di partiyên siyasî de were aktîfkirin, bendên 2245´an, 1325´an ên derbarê

jin, ewlehî û aştiyê de bên pêkanîn. Binpêkirinên li dijî jinan bi taybet li herêmên dagirkirî werin belgekirin.” hatin girtin.

Ji xwe axaftina Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed a di kongreyê de rol û mîsyona jinan carekdin raxist ber çavan. Îlham Ehmed, di nirxandinên xwe de behsa pêvajoyên girîng ên aloziya Sûriyeyê kir û got ji bo ku jin cihê xwe di navendên biryaran de bigirin divê kar û xebatê bikin û wiha bi lêv kir: “Heke bi rastî em bixwazin rewşa Sûriyeyê biguherînin, divê em rola xwe bi xurtî bilîzin. Di salên borî de gelek jin di civaka sivîl de çalak bûn. Divê rola jinan di tevahî qadan de bê aktîfkirin.”

Nirxandina Îlham Ehmed û perspektîfeke pêşerojê bû ji bo hemû pêkhateyan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê