4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Civaka Ermenî: Çareserî QSD ye

Meclisa Civaka Ermenî, li dijî hewldanên derxistina fitneyan banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir û got: “Kilîta aştiyê di destê QSD′ê de ye.

Endamên Meclisa Civaka Ermenî li ber navenda xwe ya li taxa Kibaba ya bajarê Hesekê civîyan û daxuyanî da. Hevserokê meclisê Îmad Teteryan daxuyanî xwend. Teteryan diyar kir ku hewldanên aliyên derve û kesên xwefiroş ku dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û şerê QSD′ê wekî şerê li hemberî eşîran nîşan bidin û wiha got: “QSD′ê ne hêzeke kurdan e wekî ku hinek alî îdia dikin. QSD′ê ji pêkhateyên ereb, kurd, ermen, suryan, asur, tirkmen, çerkes, xiristiyan, misliman û êzidiyan pêk tê. QSD′ê parastina tevahî pêkhate û olan dike  û herêm û zilm, destpotî û terora DAIŞ û hevkarên wê rizgar kirin.  Nîvê hejmara şervanên di nava QSD′ê de ji biraniyên me yên ereb ên ji tevahî eşîran e.′′

Teteryan, anî ziman ku ew ermen, ereb, kurd, suryan, asur, tirkmen û çerkes bi tevahî ol û baweriyên xwe, qebûl nakin tu kes destdirêjiyê li pêkhateyan bike û wiha lê zêde kir. “Em qebûl nakin ku kes cudahiyê bixwe navbera olan. Xweda me xuliqandiya da ku em bi hev re bijîn û bi hev re di parastina Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê yê azad de şehîd bibim û nişfên me yên bi bê bi serbilindî, rûmet, hezkirin û aştî bijî. Em destekê didin QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Em bi hev re dibêjim na ji fitneyan re.”

Teteryan, destnişan kir ku kîlîta aştiyê li Sûriyeyê di destê QSD′ê de ye û wiha bi dawî kir: “QSD hêviya gelan e. Na ji fitneyan re, bijî biratiya gelan, bijî neteweya demokratîk, ji QSD′ê re serkeftin.”