3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Dayikên Aştiyê li Mêrdînê dest bi Nobeda Edaletê kirin

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pisgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ çalakiya Nobeda Edaletê li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmirê berdewam dike. Niha jî Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bi heman armancê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Li Mêrdînê Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi daxuyaniyekê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Dayik û malbatan beriya çalakiyê li ber avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê daxuyanî dan. Rêveberên partiya siyasî, nûnerên sendîkayê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji nûneriya TUHAYDER’ê Fettah Tekîn axivî. Fettah Tekîn diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan kete roja 42’yan û bang kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin.

Dayika Aştiyê Besna Gunay banga piştevaniyê li her kesî kir û got: “Em bang li dayikên din ên zarokên xwe winda kirine jî dikin. Bila destê xwe ji bo aştiyê dirêj bikin. Mil bidin milê me. Divê her kes piştgiriyê bide vê nobetê. Divê tecrîda li ser Rêbertiya me bi dawî bibe.”

Malbatan û dayikan piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” dest bi Nobeta Edaletê kirin. Piştre çalakvan derbasî avahiya DBP’ê ya bajar bûn.